Endamên meclîsên şaredariyan ên Kantona Cizîrê sond xwarin
Endamên meclîsên şaredariyan ên bajarên Cizîrê ku di hilbijartinên 13’ê Adarê de hatibûn diyarkirin, bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî sond xwarin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê ji bo 306 endamên meclîsên şaredariyan ên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Ebu Raseyn, Serêkaniyê û Hesekê yên nû hatine hilbijartin civînek li dar xist.
Di civîna ku li navenda Meclîsa Qanûnsaz a li bajarê Amûdê pêk hat, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Alîkara Serokê Meclîsa Rêveber Elîzabet Gewriye û Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cuzêv Lehdo amade bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hekem Xelo axivî û got. “Tevî zehmetiyan jî tecrubeya yekemîn a hilbijartinê, gaveke serketî bû. Miletê herêma Cizîrê bi hemû pêkhatêyên xwe ve nûnerên xwe derxistin.”
Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cuzêv Lehdo jî bal kişand ser rewşa herêmê têre derbas dibe û got ku divê hemû endamên meclîsan li gorî rêgezên civakî bi karê xwe rabin.
Elîzabêt Gewriye jî di civînê de axivî û diyar kir ku ev gav gaveke pêşketî ye û got: “Serketina hêzên hevbeş ên li herêmê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo hemû gelan bûye nimûneya demokratîk.”
Piştî axaftinan hemû endamên meclîsên şaredariyan bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ku weke zimanên fermî yên Kantona Cizîrê hatine qebûlkirin, sond xwarin.