Şervanê YPG’ê Çetîn ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn ê ku li Rabîayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Nisêbînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn ê ku li Rabîayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Nisêbînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn (Cûdî Gabar) ê 8'ê Tebaxa 2014'an li Rabîayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li naçveya Nisêbînê ya Mêrdînê bi tevlîbûna zêdehî 10 hezar kesan hate definkirin. Cenazeyê Çetîn piştî duh li Amedê karên otopsiyê hatin kirin anîn Nisêbînê û di ketina navçeyê de bi girseyî hate pêşwazîkirin û birin mala lê hatiya dinê. Piştre girseya di nav de rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER û Dayikên Aştiyê jî hebûn cenazeyê Çetîn girtin û ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî YPG/YPJ" hatin berz kirin. Piştî meşê cenazeyê Çetîn hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Latîf Tabar axivî û wiha got: "Hem dilê me û hem jî yê dayikên Kurdan dişewite. Ji bo xwîna diherike bê rawestandin a em bikin pêşxistina têkoşînê ye." Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku bi saya berdêlên mezin çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên din têkçûn.

Bavê Şervanê YPG'ê Çetîn Mehmet Çetîn jî wiha got: "Em bi kurê xwe serbilind in. Bila ti kes sersaxiyê li me nedin serê gelê Kurd sax be." Çetîn anî ziman ku ew ê di rêya kurê xwe de bimeşe.