Newroz li Soçî hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat pîrozkirin.
Newroz li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat pîrozkirin.
Newroz li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li otela Magnoliya bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di pîrozbahiyê de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê ji aliyê Ferhat Patiyev ve hat xwendin.
Dûre li ser navê KCK'ê Ferman Gerzan û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş axivîn û Newroz li gel pîroz kirin. Her wiha nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên Soçî li pîrozbahiyê axivîn û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de hunermend Hemîd Dîana, Berfîn Mamedova, Roj Azad û Sînan Ozbaye, li gel Koma Govendê ya bi navê "Kulîlkên Kurdistanê" derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.