Meşa 'Ji Rêbertiyê re Azadî' destpê kir

Baskê yekemîn ê meşa "Ji Rêbertiyê re Azadî" ya ji bo pîrozkirina 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rihayê destpê kir.

Baskê yekemîn ê meşa "Ji Rêbertiyê re Azadî" ya ji bo pîrozkirina 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rihayê destpê kir. 

Rihayiyên ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara 11. berê xwe dan gundê Amara, ji Xaçerêya SSK dest bi meşê kirin. Tevî Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyan, Hevşaredarên Pirsûs, Wêranşar û Hewengê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi sedan kes li xaçerêyê civiyan. Girseya gel bi tîşortên li ser Ocalan nivîsiye li xwe kir û pakartên “Rojbûna te pîroz be, ji Rêber Apo re azadî" vekir. Welatiyan dirûşmên “Bijî serok Apo” “Bê serok jiyan nabe” “Rojbûna te pîroz be ey serok Apo” berz kirin. Li ser navê komê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Îsmaîl Kaplan axivî û diyar kir ku ew ê ji bajarê pêxemberan bi meşê biçin Amareyê û got, "Azadiya Rêber Apo wê aştiya mayînde bîne Tirkiyeyê."

Piştî daxuyaniyê bi sedan welatî bi sirûd û stranan ketin li ser rêya Amareyê û wesayîtên ku di rê de derbas bûn bi lêdana qorne û nîşaneyên serketinê ve piştgirî dan welatiyan. 

Baskên din ên meşa “Ji Rêbertiyê re Azadî” jî ji Dîlok û Semsûrê wê sibehê têkevin ser rê.