Nameya Ocalan radestî Talabanî hat kirin

Heyeta ji Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Amedê Leyla Zana û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî lîderê YNK'ê Celal Talabanî kir.

Heyeta ji Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Amedê Leyla Zana û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî lîderê YNK'ê Celal Talabanî kir.

Heyeta ji Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Amedê Leyla Zana û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, îro danê sibehê bi Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir û dûre derbasî Silêmaniyeyê bû. Heyetê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Serokkomarê berê yê Iraqê û lîderê YNK'ê Celal Talabanî kir.

Endama heyetê Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç der barê naveroka hevdîtinê de ji Rojnewsê re axivî û got, "Hevdîtin ji aliyê giştî ve erênî derbas bû. Der heqê pêvajoyê de hat agahdarkirin. Girîngiya kongreya neteweyî hat destnîşankirin. Tê zanîn ku Mam Celal ji berê ve kedeke mezin dide vê xebatê, lewma jê hat xwestin ku tevkariyê li vê pêvajoyê bike û nameya Birêz Abdullah Ocalan jê re şandî, hat radestkirin."

Koç anî ziman ku dema behsa Ocalan hat kirin lîderê YNK'ê Celal Talabanî hestewar bûye û diyar kir ku dema hevdîtinên hatine plankirin temam bibin, ew ê der barê naveroka hevdîtinan de agahiyê bidin raya giştî û çapemeniyê.

Tê payîn ku heyet, piştî hevdîtinên li Silêmaniyeyê vegere Hewlêrê, bi Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Barzanî bike.