Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hawanan

Artêşa Tirk bi hawan û obusan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Artêşa Tirk bi hawan û obusan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bombebarana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Li gorî vê daxuyaniyê, di 29'ê Adarê saet di navbera 16:00 - 17:00 de ji Qereqola Gomankê ya li qada Oremar-Şitazinê, bi obus û hawanan qadên Girê Şehîd Havîn û Girê Kurê Mizgeftê hatine bombekirin.