NCDK ên Nurnberg û Den Haagê kongreyên xwe pêk anîn

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên Nurnberg û Den Haagê kongreyên xwe pêk anîn.

Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên Nurnberg û Den Haagê kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreyan de hat destnîşan kirin ku ji ber ku hikûmeta AKP’ê di neçareseriyê de israr dike parçebûna wê destpêkiriye û hat diyar kirin ku divê xwedî li berxwedanên Kobanê û Şengalê û her wiha projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bê derketin. 

NURNBERG

Navenda Civaka demokratîk a Kurd, ku li bajarê Elmanya Nurnbergê xebatê dimeşîne, duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.  Ji Nurnberg û gelek herêmên din gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de pêvajoya siyasî hat nirxandin, pêvajoya çareseriyê hat nîqaşkirin. Di kongreyê de hat daxuyandin ku pêvajoya çareseriyê didome, ligel ku di vê mijarê de Kurd xwedî nexşerêyeke berfirehin jî, nexşerêyeke hikûmeta AKP’ê ya di vê de tune û derketiye holê ku ne xwedî heman helwestê ye.

Di axaftinên li kongreyê hat bi lêv kirin ku têkoşîna ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê meşandin, AKP jî ber bi parçebûnê ve biriye. Her wiha hat diyar kirin ku serkeftina Kobanê, berxwedanên Kantonên Rojava û Şengalê bandor li hemû Kurdistanê kiriye.

KOMÎSYON HATIN NÛKIRIN

Piştî xwendina raporên xebatê, berxwedanên Kobanê û Şengalê mînak hatin nîşandan û hat diyar kirin ku ligel têkoşîna li herêmê lez bûye jî di warê ku vê veguherînên rêxistibûnê de kêmasî hene.

Komîsyonên  jin, ciwan, aştî, têkiliyên derve, çand, aborî, komele, têkiliyên bi gel re ji nûve hatin avakirin, ji bo hevserokatiyê Sakîne Kepez û Ahmet Kalo yê Rojavayî hat hilbijartin. 

DEN HAAG

Li Den Haag a Hollandayê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd 9. Kongreya xwe pêk anî.

Siyasetmedarê Kurd Akîf Amed, di axaftina kir de balkişand ser pêvajoya çareseriyê û got: “Pirsgirêka Gelê Kurd çareser be jî wê hêza parastina gelê Kurd hebe. Ger îro Tirkiye ne di bin agir de be, ev bi saya pêvajoya çareseriyê ye. AKP li pêş pisgirêka Kurd astenge.”

SERKETINA HDP’Ê WÊ AKP’Ê QELS BIKE

Amed da xuyakirin ku 10 xalên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê divê pêk bên û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di pozîsyonek li dij pêvajoyê ye. Amed anî ziman ku wê serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de AKP’ê qels bike û got: “Li Ewropayê 500 hezar deng tên hedefkirin, divê xwe bigihînin vê rêjeyê.” Amed, polîtîkayên PDK’ê yên têkildarî Êzidiyan de jî rexne kir.

Di kongreyê de hat xwestin ku Kurdên li Ewropayê xebatên ku ji berxwedanên Rojava, Kobanê û Şengalê re xizmetê dikin, zêde bikin, sekna dîplomatîk a li dijî DAIŞ’ê bidomînin û di çarçoveya projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de modela jiyanê bikeve jiyanê.

Ji bo rêveberiya nû 75 kes hatin hilbijartin, bo hevserokatiyê jî Cemîl Serhat û Aliye Zengîn hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de hat gotin ku di 5’ê Nîsanê de bi armaca piştgiriya HDP’ê wê panelek hilbijartinê, di 11 û 12’ê Nîsanê de jî Meclisa Hollandayê wê kongreya xwe pêk bîne.