‘Di PKK'ê de rêveberên rastî yên jiyanê şehîdên me ne’

Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê endama Meclîsa PKK’ê û endama Meclîsa HPG’ê Nazan Bayram, endamê Meclîsa PKK’ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Abdurrahman Naîloglu de kesên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê endama Meclîsa PKK’ê û endama Meclîsa HPG’ê Nazan Bayram, endamê Meclîsa PKK’ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Abdurrahman Naîloglu de kesên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got, “Di PKK’ê de rêveberên rastî yên jiyanê şehîdên me ne. Ew bûne navê jiyan û jiyandina welêt, gel, partî û tevayî mirovatiyê.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê endama Meclîsa PKK’ê û endama Meclîsa HPG’ê Nazan Bayram û endamê Meclîsa PKK’ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Abdurrahman Naîloglu de kesên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Di rastiya PKK’ê de ti carî tiştekî bi navê dawî çênebûye. Di vê çarçoveyê de destpêkên nû û çêbûnên nû di diyalektîka PKK’ê de pêk hatine. Ji lewra yên cewhera vê diyalektîkê pêk tînin, rêyên diçin azadiyê bi can, xwîn û sekna xwe ya bilind radixin, rastiya şehîdên me kesayetên welatê azad in ên azad dibin. Di PKK’ê de rêveberên rastî yên jiyanê şehîdên me ne. Ew bûne navê jiyan û jiyandina welêt, gel, partî û tevayî mirovatiye. Bi awayekî kûr jiyîna bi wateya şehîd re wê şehîdbûn di me de bibe tarzekî jiyanê. Şehîdên me yên wek nirxên dijîn, ji me hemûyan bihêztir in, timî li ser piyan mane, ew meşiyane û pêşengî ji gelê me re kirine. Di vê çarçoveyê de wateya ku mirov şehîd bijî; jiyana welêt, gel û partî bi hemû nirxên afirandine re jiyan e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şehîdên me yên azadiyê, wek kesên dil dane evîna azadiyê û hezkirina azadiyê her demê şîn bûne û mezinbûn bi ser xistine. A têkoşîna me ya azadiyê evqasî watedar û bi qîmet kiriye jî, evîna wan a bawerî û jiyana ji hêza afirîner a mirovatî û gelan re ye. Şehîdên me yên bi hêviyên ji siberojên azad, hesret û dilsoziya xwe ya bi mirovatiyê re ronî dikin, wek zarokên vî gelî, bîr û hafizaya me ya civakî, bi jiyan, tarzê çalakî û sekna xwe ya bedew bûne navê veguhastina siberojan.”

‘NÛDA KARKER- FERHAT DÊRSIM BI KOMEK RÊHEVALÊN ME RE LI BESTA BÛN NEMIR’

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dewama daxuyaniyê wiha got,

“Cesaret, fedakarî şansekî dîrokî ye yê PKK’ê derxistiye holê. Ev rêhevalên ku çiya ji dilê xwe re kirin dergah, dilên xwe kirin qendîla ku dergahê ronî dike, her yek ji wan bi hezkirin, hêvî û nirxên mirovatiyê tijî, ev doz bi bilindbûn û qutsiyeta şehadetên xwe pîroz kirin. Ev pîrozbahiyeke wiha ye ku, zanebûnê bi hezkirinê distire, rêhevala me endama Meclîsa PKK’ê û Meclîsa HPG’ê Nûda Karker-Nazan Bayram a abîdeya zelaliyê ya ked, sedaqat û dilsoziya bi Rêber Apo re ye, di rastiya şehîdên me de bûye zana, bi zanabûna xwe xweşik bûye û xweşik dike, bûye pêşenga Jina Azad, fermandar û rehê esasî. Rêhevalê me Ferhat Dêrsim-Abdurrahman Nalîoglu yê endamê Meclîsa PKK ‘ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê, bi rêheval Nûda re 1’ê Nîsana 2008’an li Besta di şerekî de bi komek rêhevalên me re bûn nemir.

'PKK JIYANA BERXWEDAN Û EGÎDAN E'

Em rêhevalê xwe Xelîl - Halîl Ûysal ê ku çanda şoreşê hem bi pênûs hem jî bi kameraya xwe re bêmirin kir, ku heta dawiya heman operasyonê şer kir bibîr tînin û careke din dibêjin; PKK jiyana berxwedan û egîdan e, ku di bin dorpêçiya artêşên dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe didin. Dilsoziya bi xeta Rêbertiyê re, meşa di xeta serketinê de ye. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe bibîr tînin;

'MÊTÎNGERAN EW BI ÎŞKENCEYÊ QETIL KIRIN'

Rêhevalê me Mehmet Ozsoy ê bi partiyê re dilsoz û fedekar, ku di salên 1980'yî de ket bin bandora têkoşîna rizgariya neteweyî û weke sempatîzan cihê xwe di nava refên partiya me de cih girt, di têkoşîna li hemberî feodalan de hewldaneke mezin nîşan da, piştî berxwedana Şikestûnê ji aliyê hêzên mêtînger ve di 3'ê Nîsana 1980'î de hat qetilkirin û şehîd ket.

Rêhevalê me Mehmet Agaç ê di sala 78'an de li herêma Curnê Reş li dijî kompradorên feodal, mêtîngerî, paşverûtî û teslîmkariya herêmî di qada leşkerî de wezîfeyên girîng girt ser milê xwe, di 3'ê Nîsana 1980'yî de bi komek ji hevalên xwe re di pevçûnê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Rêhevalê me Abdûllah Yuce wê di sala 1980'î de tevlî têkoşîna şoreşgerî bû û bi fedekarî, wêrekî û dilsoziya xwe ya bi biryarên partiyê dihat naskirin, di 5'ê Nîsana 1980'î de piştî berxwedana Şikestûnê ji aliyê leşkerên mêtînger ve hat qetilkirin.

Rêhevalê me Velî Geçît ê li herêma Çewlik/Kanî Reşê, di ragihandina nêrînên rizgariya neteweyî û parçekirina rêxistinbûyînên paşverû de li qadên propaganda, rêxistinbûyîn û leşkeriyê de bi awayekî profesyonel wezîfe girt ser milê xwe, di Nîsana 1981'ê de li gundiyê Sancakê ku lê xebat dimeşan, di pevçûna li operasyona hêzeke mezin a mêtîngeran de li ber xwe da û tevlî karwanê şehîdan bû.

Em hemû rêhevalên xwe yên di destpêka Nîsana 1990'î de li Geliyê Komata yê Elkê ji ber îxbarekê gihîştin şehadetê bi mînetdarî bibîr tînin.

Rêhevale me Mazlûm-Huseyîn Demîrcî di 1'ê Nîsana 1992'an de li eyaleta Semsûr-Serê Golanê di pevçûna li hemberî hêzên mêtînger de bi çar rêhevalên me re gihîşt şehadetê. Di kesayetiya rêheval Mazlûm de em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin.

'LI BER XWE DAN Û ŞEHÎD KETIN'

11 rêhevalên xwe yên di 3'ê Nîsana 1993'an de li herêma Başûrrojava/Pazarcixê di şerê li hemberî artêşa mêtînger de li ber xwe dan û şehîd ketin, di kesayetiya rêhevalên xwe fermandarê me yê leheng ê eyaletê Dr. Welat-Alî Bîlecan û Mazlûm-Fahrî Mûhammed Sîdo, Dîcle-Hanim Bozkûrt, Mahîr-Suleyman Şaşkara bibîr tînin, li ber bîranîna wan bi mînetdarî û rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Li Dêrsim/Geliyê Alî, di 1'ê Nîsana 1995'an de di operasyona hêzên dijmin de sih û çar rêhevalên me bi rojan li ber xwe dan û gihîştin şehadetê. Em sih û çar rêhevalên xwe yên ku mînaka lehengiyê ne, di kesayetiya rêhevalên xwe Firat-Abdulkadîr Aydin, Kerîmxan-Mehmet Hasan, Selîm-Remzî Kantoprak de bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên têkoşîna wan.

Rêhevalê xwe Sîpan-Bariş Şakîroglû yê di 4'ê Nîsana 1999'an de di operasyona li Xakurkê de gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê xwe Yekta-Erdogan Kahraman ê ku hem li zîndanê hem jî li derveyî welat di refên têkoşînê de cih girt û di 2'ê Nîsana 2004'an de li Helebê bi çalakiya xwe şewitandinê re gihîşt şehadetê bibîr tÎnin û li ber şehadeta wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Rêhevalê xwe Erdalan-Nadîr Şêx Mûradî yê di 4'ê Nîsana 2004'an de li Botan/Dihê şehîd ket bi rêz û mînetdariyeke mezin bibîr tînin.

Çar rêhevalên xwe yên di 1'ê Nîsana 2005'an de li Cûdî/Girê Hirmo di êrîşa dijmin de şehîd ketin di kesayetiya rêhevalên xwe Amara-Fîryal Huseyîn û Aram-Mehmet Yîgît de bibîr tînin.

Li deşta Mêrdîn/Hezexê, rêhevalê me Kendal-Kahraman Gezîcî di 9'ê Nîsana 2005'an de di encama kemînekê de gihîşt şehadetê. Bîranîna wî wê pêşeroja me ronî bike.

Rêhevalê xwe Şervan-Kazim Bîçeroglû yê di 8'ê Nîsana 2006'an de li Êlih/Qûbînê jiyana xwe ji dest da careke din bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê têkoşîna wî bilind bikin.

Rêhevalê xwe Lezgîn Seyît-Bahattîn Şadimer ê li Besta/Ramoranê di pevçûna 7'ê Nîsana 2007'an de şehîd ket bibîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wî ditewînin.

Rêhevalê xwe Sason-Jêhat Rotsas ê di 10'ê Nîsana 2009'an de li Botan/Bestayê di şerê li hemberî hêzên mêtînger de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin.

Di dîroka me ya berxwedana neteweyî de rola pêşengtiya partiyê çiqasî diyarker be, di avakirina pêşengiya partiyê de jî rola şehîdên partiyê esas e. Di roja îro de, ku di şerê pêşengiyê de serketin bi dest ketiye û şerê gel ji her alî ve bi pêş ve ketiye, tevgera li gorî vê têgihiştinê, nirxandina rast a paşerojê, ji bo avakirina pêşerojê yek ji wezîfeyên me yên bingehîn e."

'EM BI XURTÎ XWEDÎ LI ŞEHÎDAN DERKEVIN'

Daxuyaniya PKK'ê bi van gotinan bi dawî bû: "Li ser vê bingehê, em bang li hemû endamên partiyê û gelê xwe dikin ku berpirsyariya dilsoziya bi bîranîna şehîdan re heta dawiyê bicih bînin, di vê mijarê de ji bo serketina me bê dawî û herdemî be, em bang li gelê xwe û hemû hêzên demokrat û şoreşger dikin ku di pêşengiya Şehîdan de xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, derkevin."