Komkujiyên Kizildere û Amedê li Dêrsimê hatin şermezarkirin

Rêxistina DBP û HDP’a Dêrsimê ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'yan pêk hat û qetilkirina 14 welatiyên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistina DBP û HDP’a Dêrsimê ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'yan pêk hat û qetilkirina 14 welatiyên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistina DBP û HDP’a Dêrsimê ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'yan û qetilkirina 14 welatiyên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin li Qada Hunerê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de pankartên "Em Komkujiya Kizildere ya sala 1972'yan de şermezar dikin" hate vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz, rêveberên HDP’ê, Partîzan, DODER û gelek welatî amade bûn. Hevseroka DBP’a Dêrsimê Melek Dolaz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 43 sal berê li Kizildereyê Rêberê Şoreşger yê Tirkiyeyê Mahîr Çayan û hevalên wî bi avayekî bêdarazî hatiye qetilkirin û got ku îro ruhên şoreşgeran ji gelan re bûye hêvî.

Dolaz bal kişand li ser qetilkirina 14 welatiyên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin û wiha got:"Kujerên 14 welatiyên me yên Amedê ku bi awayek hovane hatin qetilkirin hin jî nehatiye zelalkirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyê pêwîst e komkujiyên hatine kirin were ronî kirin."

Daxuyanî bi çepik û dirûşman dawî bû.