Newroz li Îtalyayê hat pîrozkirin
Li bajarên cuda yên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Parlamenterê HDP'ê Kaplan di pîrozbahiya li Mîlano de destnîşan kir ku pirsgirêka HDP'ê ya bendê nîne.

Li bajarê Îtalya Mîlano, Newroz hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, sînevîzyonek hat nîşandan.
KAPLAN: PIRSGIRÊKA ME YA BENDÊ NÎNE
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Kaplan di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Pirsgireka me ya bendê nîne. Me bend derbas kirine. Benda afirînerên 12'ê Îlonê jî wê nikaribe wan rizgar bike."
Pîrozbahiya ku nêzî 2 hezar kes lê amade bûn de bi stran û govendê bi dawî bû.