KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
Ciwanan jî ber bi Amara meş dan destpêkirin
Meşa bi şîara "Ji Rêbertiyê re Azadî" ber bi Amarayê tên meşandin di roja 3'emîn de didome û ciwan jî li ser sînorê Kobanê ji gundê Mehserê yê Pirsûsê ber bi Amarayê ve dimeşin.
-
Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin
Bi wesîleya 66. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajar û navçeyan pîrozbahî didomin. Di pîrozbahiyan de ji Ocalan re kartên rojbûnê tên şandin, şitil tên çandin û ji bo pîrozbahiya Amara banga tevlîbûnê hat kirin.
-
YPG: Li Cizîr û Kobanê 41 çete hatin kuştin
Li derdora Til Temir, Til Hemîs û Serêkaniyê, di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de 35 çeteyên DAIŞ'e hatin kuştin. Di operasyonên paqijkirina gundên Kobanê de jî 6 çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hatin kuştin.
-
Amara û Xelfetî ji bo pîrozbahiyê amade ne
Hevserokê TUHAD-FED’ê Temîzyuz diyar kir ku amadekariyên di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine kirin, temem bûne û banga beşdarbûnê kir.
-
-
-
-
-
-
Li Til Temirê pevçûnên dijwar
Li herêma Til Temir a Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî herêmê dikin de pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 29 çete hatin kuştin.
-
-
-
Meşa Amarayê bi sirûd û dirûşman didome
Meşa ku bi dirûşma 'Ji Rêbertî re Azadî' ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê ber bi Amarayê ve hate destpêkirin berdewam dike.
-
-
KCK: Divê bi sed hezaran mirov biherikin Amara
KCK'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kesî re biherikin gundê Amara cihê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê roja bi rûmet û heybet pîroz bikin.
-
-
Dijminatiya li siyaseta demokratîk - Cemîl Bayik
"Têkoşîna di navbera HDP’ê û AKP’ê de di heman demê de têkoşîna bi bandorkirina siyaseta demokratîk e jî. Lewma serketina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê hezîranê di heman demê de wê bibe serketina siyaseta demokratîk."
-
-
-
Li Hambûrg, Dusseldorf û Amsterdamê çalakiyên 'edaletê'
Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiyên bi daxwaza 'edalet' dewam dikin.
-
-
Xelîl Dag li Amedê hate bîranîn
Derhênerê gerîlayên Kurd Xelîl Dag (Halîl Uysal) ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve li Amedê hate bîranîn.
-