Xelîl Dag li Amedê hate bîranîn

Derhênerê gerîlayên Kurd Xelîl Dag (Halîl Uysal) ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve li Amedê hate bîranîn.

Derhênerê gerîlayên Kurd Xelîl Dag (Halîl Uysal) ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve li Amedê hate bîranîn.

Derhêner û sînemagerê Kurd Xelîl Uysal (Xelîl Dag) di 1'ê Nîsana 2008'an de di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, bi munasebeta salvegera şehadeta Xelîl Uysal, bermameya bîranînê li dar xist.

Komeleyê li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn bername pêk anî. Di bernameyê de ligel endamên komeleyê gelek welatiyên din jî amade bûn. Di bernameyê de wêneyê Uysal bi findan hat ronîkirin. Bername bi rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê Komeleyê Ferhat Tori, da zanîn ku Xelîl Uysal li Çiyayê Azad têkoşîna azadiyê dida û ji bo wêneyê azadiyê bikişîne berê xwe da çiyê.

Piştî axaftinê belgefîlmê jiyana Xelîl Uysal vedibêje hat nîşandan. Bername bi fîlmê "Firmeskên Ava Zê" yê Xelîl Uysal bi dawî bû.