Bi wesîleya 66. salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajar û navçeyan pîrozbahî didomin. Di pîrozbahiyan de ji Ocalan re kartên rojbûnê tên şandin, şitil tên çandin û ji bo pîrozbahiya Amara banga tevlîbûnê hat kirin.
BISMIL
Li navçeya Bismil a Amedê di pêşengiya rêxistinên DBP û HDP’ê de bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. Di organîzasyona ku li ber çemê Dîcle pêk hat, ligel nûnerên saziyan bi sedan kes amade bûn û 350 şitil hatin çandin.
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Celîle Kaplan, rojbûna Ocalan pîroz kir û got, "Rojbûna Birêz Ocalan rojbûna tevayî gelên bindest û yên tên mêtin in.”
Kaplan, ji bo pîrozbahiya Amara banga tevlîbûnê kir û got ku wê wesayît ji ber avahiya navçeyê ya DBP’ê rabin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" hatin gotin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî Meclîsa Dayikên Aştiyê li ber PTT’ê hatin gel hev, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kartên pîrozbahiyê şandin Îmrali.
Perîhan Altûg a li ser navê dayikan daxuyanî da û got, "Bi hêviya ku wê sala 2015’an ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe sala azadiyê em careke din rojbûna wî pîroz dikin. Rojbûna wî rojbûna me. Hebûna wî hebûna me ye.”
Dayikan dirûşmên, "Bijî Serok Apo" gotin.
WAN
Li Wanê bi pêşengiya MAPER (Malên Perwerdehî) bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, "Azadiya Rêbertiya me, azadiya civak û xwezayê ye” li Goristana Şehîdgeha Karşiyaka şitil hatin çandin.
Li ber serê gorên YPG/YPJ’yiyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane jî şitil hatin çandin. Dirûşmên, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. .
Di organîzasyonê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat û sirûda Herne pêş hat xwendin.
KERBORAN
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Dulbîş a Şaredariya Kerboranê diyar kiribû şitil hatin çandin. Di organîzasyonê de Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk, rêveberên DBP-HDP’ê yên navçeyê, Dayikên Aştiyê, Navenda Jinan a Çîçe û gelek kes amade bûn. Nêzî 300 şitil hatin çandin û dirûşmên, "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" hatin gotin.
Berdevka Dayikên Aştiyê Hatûn Ogûz a li vir axivî got, "Em dixwazin serokê xwe di nav xwe de bibînîn. Rojbûna wî 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e.”
Ogûz ragihand ji bo çûna Amara wê sibe saet 08.00’an li ber avahiya navçeyê ya DBP’ê saet 08.00’an wesayît rabin û banga tevlîbûnê kir.
XELFETÎ
Ji bo pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 66'emîn ji niha de gelek welatî tên qadê. 200 jinên endamê NÇM'ê koma erbanê û govendê jî jî bo pîrozbahiyê hatin Xelfetiyê.
Ji bo pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 66'emîn ji niha ve gelek welatî tên qadê. 200 jinên endamê NÇM'ê koma erbanê û govendê jî jî bo pîrozbahiyê hatin Xelfetiyê. Gelek jinên endamên NÇM'ê ji Amed, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Rihayê ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê. Xebatkara NÇM'ê Emel Bêjan diyar kir ku nêzî 200 jinên NÇM'ê koma erbanê û govendê wê sibê derkevin ser dikê.
'EM JINÊN KURD LI RÊBERÊ XWE XWEDÎ DERDIKEVIN'
Bêjan da zanîn ku gelek jinên ji koma erbanê û govendê ji gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine Xelfetiyê û wiha axivî: "Pîrozbahiyên îsal wê ji salên buhrî hîn bêtir bi coş û rengîn derbas bibin. Ji ber vê yekê em nêzî 200 jinên Kurd ji bo pîrozbahiyê komên erbanê û govendê em ê jî cihê xwe bigirin. Bila hemû jinên Kurd bên Xelfetiyê xwedî li Rêbertî derkevin û tevlî meşa Amara bibin. Ji niha ve rojbûna Serok û gelên wî pîroz be."