KCK: Divê bi sed hezaran mirov biherikin Amara

KCK'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kesî re biherikin gundê Amara cihê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê roja bi rûmet û heybet pîroz bikin.

KCK'ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kesî re biherikin gundê Amara cihê pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vê roja bi rûmet pîroz bikin, vîna azad û demokratîk bi heybetî nîşan bidin û bi xurtkirina berxwedanê re xwedî li azadiya xwe derkevin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rojbûna Rêber Apo ku bi hilhatina azadiyê re ji şiyarbûna xwezayê û gazîkirina gerdûnê re bû bersiv, 4'ê Nîsanê li tevahiya gelên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, li gelê me û hemû rêhevalên me pîroz be."

'HIŞMENDIYA BERXWEDAN Û AZADIYÊ BI PÊŞ XIST'

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev xal hatin destnîşankirin:

"Rêberê Gele Kurd Rêber Apo, di şert û mercên ku dewleta Tirk a mêtînger bi komkujî, sirgûn û polîtîkayên asîmîlasyon û entegrasyonê xwest gelê Kurd tine bike, di rewşeke ku kesî newêrîbû pirsgirêka Kurd bixe rojeva xwe û nîqaş bike de, hişmendiya berxwedan û azadiyê afirandiye. Hîna di temenê xwe yên biçûk de li dijî pergala jiyana mêtîngerkirî serî hil daye. Bi qasî ku bi meleyên gund jê re bêje ‘bi vî awayî tuyê bifirî’ li ser ol kûr dibe û piştre bi naskirina sosyalîzmê re rêya sosyalîzmê hildibijêre.

Rêber Apo yê ket bin bandora tevgera ciwanên şoreşger a 1968'an, ku li gelemperiya cîhanê û Tirkiyeyê bi pêş ket, bi tevgera şoreşger-sosyalîst a Tirkiyeyê re têkilî daniye. Ji xwe re esas girtiye ku ruhê berxwedana şoreşgerî ya Tirkiyeyê ya 1971'ê û bîranînên pêşengên vê berxwedanê Denîzan, Mahîran û Îbrahîman di têkoşîna, demokrasî, azadî û sosyalîzmê de bide jiyîn. Hemû jiyana Rêber Apo ji bo pêkanîna îdeala azadî û demokrasiyê bû. Her şêwe zehmetî û bêderfetî kir sedema afirandina derfetên nû yên têkoşînê û dîrokeke berxwedanê ya pêncî salî ya bênavber afirandiye. Li dijî polîtîkayên neo-lîberal ên hov ên kapîtalîzm-emperyalîzmê ku hemû gel û bawerî bi têkçûnê re rû bi rû hişt, wî Konfederalîzma Demokratîk, paradîgmaya jiyana azad demokratîk afirand û bû hêviya hemû bindestan, gel û baweriyên berxwedêr. Di serdema me ya ku jin bi awayekî bêrehim tê qetilkirin de, îdeolojiya rizgariya jinê ya Kurdistanê afirand û jinên Kurdistanê di roja îro de gihaştine asta pêşengiya jinên kedkar û berxwedêr ên li cîhanê.

'EM BANGA BILINDKIRINA BERXWEDANA AZADIYÊ DIKIN'

Ji bo Rêber Apo jiyan tê wateya têkoşîna ji bo azadiyê. Lewma her tim bi awayekî azad jiya ye. Di azaiya xwe de, ji bo azadiya gelê me û mirovahiyê têdikoşe. Ji ber vê yekê bi qîmet e ku gelê me rojbûna Rêber Apo weke rojbûn û azadiya xwe dibîne.

Em bang li gelê xwe û dostên gelê xwe dikin ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kesî re biherikin gundê Amara cihê pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo û vê roja bi rûmet pîroz bikin, vîna azad û demokratîk bi heybetî nîşan bidin û bi xurtkirina berxwedanê re xwedî li azadiya xwe derkevin."