Ciwanan jî ber bi Amara meş dan destpêkirin
Meşa bi şîara "Ji Rêbertiyê re Azadî" ber bi Amarayê tên meşandin di roja 3'emîn de didome û ciwan jî li ser sînorê Kobanê ji gundê Mehserê yê Pirsûsê ber bi Amarayê ve dimeşin.

Bi sedan ciwan li ser sînorê Kobanê hatin cem hev û ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, li sînorê Kobanê ji gundê Mehserê yê Pirsûsa Rihayê berê xwe dan gundê Amarayê dest bi meşê kirin. Bi sedan ciwanên bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan ên DBP û HDP'ê li ser tîşortên wan Ocalan hatiye nivîsandiye li xwe kirine pankartên “Azadiya Rêbertiyê, azadiya me ye" û "Di rêya Sarayan de nasname ya azad, bi Rêbertiya azad ber bi serfîraziyê ve dimeşin" vekirin. Di meşê de ciwanan bênavber bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û alên KCK, HPG, PKK, YPJ, YPG û YDG-H'ê gihîştin Pirsûsê.
Ciwan ji hêla hezaran kesî ve li Pirsûsê hatin pêşwazîkirin û ji wir jî ber bi Elîgorê meşa xwe bidomînin.