Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî ya helîkopter û balafirên artêşa Tirk heye.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî ya helîkopter û balafirên artêşa Tirk heye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der heqê tevgera hewayî ya artêşa Tirk de agahî da û diyar kir ku di 1'ê Nîsanê saet di navbera 19:00 - 23:00 û 2'ê Nîsanê saet di navbera 05:00 - 08:00 de artêşa Tirk bi pêgerên keşfî yên hewayî li qaden Şehîd Gafûr û Şehîd Rahîme yên herêma Avanîşên keşif kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 1'ê Nîsanê saet di navbera 19:30 - 20:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a Xakurkê geriyane.

Li gorî daxuyaniyê, di 2'ê Nîsanê saet di 08:00 de tevgera helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk li qada Metîna hatiye tespîtkirin.