Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

HPG/YBŞ'ê dan xuyakirin ku di çalakiyên 1'ê Nîsanê yên li Şengalê de 5 çete hatine kuştin.

HPG/YBŞ'ê dan xuyakirin ku di çalakiyên 1'ê Nîsanê yên li Şengalê de 5 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê der barê çalakiyên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Şengalê çalakiyên hêzên berxwedanê dewam dikin û hat ragihandin ku di 1'ê Nîsanê saet di navbera 15:00 - 16:00 de derdora taxa Sûka Jêr, hêzên gerîla li hemberî maşîneke çeteyan çalakî lidar xistine. Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de maşîna çeteyan hatiye rûxandin û 3 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.

Navendê diyar kir ku saet 15:30 de hêzên berxwedanê saet di 15:30 de bi rokêtan li çeteyên li derdora taxa Sûka Jêr xistine û di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatine kuştin.

HPG û YBŞ'ê dan zanîn ku di 1'ê Nîsanê saet di 16'an de li hemberî çeteyên li derdora Girê Xayaşûde yê li jorê Sûka Jêr çalakî pêk hatiye û li vir çeteyek birîndar bûye.