Meşa Amarayê bi sirûd û dirûşman didome

Meşa ku bi dirûşma 'Ji Rêbertî re Azadî' ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê ber bi Amarayê ve hate destpêkirin berdewam dike.

Meşa ku bi dirûşma 'Ji Rêbertî re Azadî' ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Riha û Semsûrê ber bi Amarayê ve hate destpêkirin berdewam dike. 

Meşa bi dirûşma 'Ji Rêbertî re Azadî' ji aliyê sedan welatiyan ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rihayê û Semsûrê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hatibû destpêkirin îro serê sibehê dîsa destpê kir. Meşvanên şevê din li qûntarên çiyayê Aratê borandin bi dorveger heta serê sibehê nobet girtin. Meşvan serê sibehê ji aliyê nobedar ve bi banga "Rojbaş" hatin hişyarkirin. Meşvanan jî bi dirûşma, "Rojbaş ey Serok Apo" bersiv dan. Piştî taştê meşvan ji bo xwe germ bikin govend gerandin û piştre jî ber bi navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ve derketin rê. 

MEŞA SEMSÛRÊ JÎ DIDOME

Meşvanên ji baskê Semsûrê derketibûn rê jî şevê din li gundê Turuşê bêhna xwe vedan, piştî bêhnvedanê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” ketin rê. Di meşê de bênavber dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG'ê" berz kirin. Meşvanên pira navbera Riha û Semsûrê derbas kirin bi meşvanên ji aliyê navçeya Hawêla Rihayê hatin ve li gundê Samê gihîştin hev. Meşa “Ji Rêbertî re Azadî” wê 2 rojên din jî bidome.