Meşa ji Rêbertî re azadî didome

Rêwîtiya Rojê ya ji Rihayê ber bi Amarayê ve bi slogana “Ji Rêbertiyê re Azadî" destpê kir, di roja 2'emîn de didome.

Meşvanên Amara 35 kilometre meşiyan û gihiştin Çiyayê Aratê. Meşvanên ku ji Semsûrê ber bi Amarayê ve derketin rê jî 50 kilometre meşiyan.

Gelê Kurd 11 sal in ji bo 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin li gel hemû astengiyan ji Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe didin Amarayê. Îsal jî meşa Amara 2 roj berê destpê kir. Meşvanên Amara ku ji Riha û Semsûrê ber bi Amarayê ve bi slogana "Ji Rêbertiyê re Azadî" derketin rê meşa xwe didomînin. Meşvanên Amara ku ji Rihayê derketin rê 35 kîlometre meşiyan û gihiştin Çiyayê Aratê yê Bêrecûkê. Meşvanên gihiştin nêzî gundê Almaşarê bi def û zurneyan hatin pêşwazîkirin. Meşvan wê îşev li Gundê Almaşarê yê tenişta Aratê şeva xwe derbas bikin. Meşvan piştî hatin pêşwazîkirin şîva xwe li gund xwarin û li tenişta gund konê xwe vedan.

MEŞ WÊ BI RONAHIYA SERÊ SIBÊ RE DESTPÊ BIKE

Meşvanên ku bi heman armancê ji Semsûrê ber bi Amarayê ve derketin rê jî 50 kîlometre li pey xwe hiştin. Meşvan li gundê Çakal û Urguçê bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te piroz be Seroke me” hatin pêşwazikirin meşa xwe berdewam dikin. Meşvan piştî meşa 50 kîlometreyan gihiştin gundê Turuşê. Meşvan li vir bi sloganên “Bijî Serok Apo” hatin pêşwazîkirin.

Rêwîtiya meşvanan wê sibê di gundê Kavşid, Sam, Kerçewan, Turnus, Tutluk, Kargoli, Kosar, Arpetin û Goganê re berdewam bike.