YPG: Li Cizîr û Kobanê 41 çete hatin kuştin

Li derdora Til Temir, Til Hemîs û Serêkaniyê, di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de 35 çeteyên DAIŞ'e hatin kuştin. Di operasyonên paqijkirina gundên Kobanê de jî 6 çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hatin kuştin.

Li derdora Til Temir, Til Hemîs û Serêkaniyê, di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de 35 çeteyên DAIŞ'e hatin kuştin. Di operasyonên paqijkirina gundên Kobanê de jî 6 çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku pevçûnên li ser sînorên rojava û başûrê Kantona Cizîrê, bi dijwarî dewam dikin.

LI GUNDÊ TIL HEFYANÊ 25 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê diyar kir ku komên çete duh bi şev êrîşî gundê Til Hefyan ê Til Temirê kirin û li ser destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê, ji bo demeke dirêj pevçûn qewimî. Hat ragihandin ku di encama vê pevçûnê de êrîşa çeteyan hat şikandin û herî kêm 25 çete hatin kuştin.

Navendê got, "4 rêhevalên me yên ku şikandina êrîşa çeteyan de roleke girîng listîn bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."

LI TIL XENZIRÊ 4 ÇETE HATIN KUŞTIN, 4 ÇETE BIRÎNDAR BÛN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyan duh bi şev êrîşî qada Til Xenzir a Serêkaniyê kirine û di encama bersivdayîna YPG/YPJ'ê de 4 çete hatine kuştin, 4 çete jî birîndar bûne.

LI DERDORA TIL HEMÎSÊ OPERASYON: 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên li gundê Xizêla yê li başûrê Til Hemîsê amadekariya êrîşê dikirin operasyon pêk anîne û di encama pevçûna li vê derê de bi qasî hatiye zelalkirin 6 çete hatine kuştin.

LI DERDORA KOBANÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navendê da xuyakirin ku li Kantona Kobanê jî di roja 199. a berxwedanê de li hemberî komeke çeteyan a li nêzî gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê operasyonek hatiye lidarxistin û di operasyonê de 4 çete hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, di heman şevê de li hemberî çeteyên li gundê Îqbiş ê li başûrrojhilatê Kobanê çalakî hatiye lidarxistin û 2 çete li vir hatine kuştin.