Ji bo aşkerakirina kiryarên komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiyên bi daxwaza 'edalet' û 'ronahiyê' hatin lidarxistin.
HAMBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Hambûrgê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya 'edalet û ronahiyê' lidar xistin. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Altona de hat xwestin ku kiryarên komkujiyê werin aşkerakirin û cezakirin.
Di çalakiya ku gelek belavok hatin belavkirin de nivîskar Anja Flach axivî û got, "Çawa çêdibe ku li navenda Ewropayê sê jin tên qetilkirin û kesek nayê cezakirin? Mafê jiyanê yê jina Kurd nîne? Nirxa jina Kurd kêm e? Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Em dixwazin kiryar bên cezakirin."
Piştî Flach endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn peyivîn, berxwedana YPJ'ê silav kirin û enternasyonalîsta MLKP'yî Ivana Hoffmann a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn.
Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna li konferansa "Konfederalîzma Demokratîk" a roja Înê li Zanîngeha Hambûrgê destpê dike, hat kirin. Çalakiya "edalet û ronahiyê" ya di dorê de wê di 6'ê Gulanê de saet di 17'an de li semta Altona pêk were.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorfê jî çalakiya 'edalet û ronahiyê' hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Dûîsbûrgê dijîn li ber Konsolosiya Fransayê ya li Dusseldorfê civiyan û bi pankart û dirûşmên xwe re bang li dewleta Fransayê kirin ku komkujiyê ronî bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya çalakiya vê hefteyê de hat gotin, "Hikûmeta Fransayê dizane ku komkujî ji aliyê kê û kîjan welatî ve hatiye kirin. Li şûna aşkerakirina vê, dewleta Fransa dibe hevparê vê komkujiyê."
Di daxuyaniyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin ku belgeyên di destê xwe de û kujeran aşkera bike. Çalakî piştî dayîna daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
AMSTERDAM
Navnîşana çalakiya li Amsterdamê jî Meydana Dam bû. Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê bi hev re çalakî organîze kirin.
Di daxuyaniya li vir de bal hat kişandin ser dewamiya bêdengiya Fransayê û hat destnîşankirin ku heta hemû hêzên li pişt komkujiyê werin ronîkirin, wê çalakî dewam bike.