Divê Kurd bi ruhê Kobanê yekîtiya xwe ava bikin
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Mûstafa Hesen Gewre got, "Eger Kurd di dema pêş de bi ruhê Kobanê yekîtiya xwe ava bikin, wê karibin statuya xwe bi dest bixin."
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Mûstafa Hesen Gewre got, "Eger Kurd di dema pêş de bi ruhê Kobanê yekîtiya xwe ava bikin, wê karibin statuya xwe bi dest bixin."
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Mûstafa Hesen Gewre got, "Eger Kurd di dema pêş de bi ruhê Kobanê yekîtiya xwe ava bikin, wê karibin statuya xwe bi dest bixin."
Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Gewre anî ziman ku welatên Başûrê Kurdistanê naxwazin Barzanî di dema pêş de weke serok bibînin û ji bo vê 70 hezar îmze dane parlamentê. Gewre got, "Ji ber vê yekê divê di dema pêş de Barzanî nebe serok."
Gewre ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li pêşiya kongreya neteweyî ya Kurd ku ji nû ve hat rojevê dewleta Tirk asteng e û destnîşan kir, ku eger ev kongre pêk neyê Kurd wê di dema pêş de nikaribin bibin xwedî destketiyên mayînde.
NE RAST E KU HEMÛ RAYEDAR JI MALBATA BARZANÎ BIN
Li gorî qanûnên herêma Başûrê Kurdistanê, kesek herî zêde dikare du serdeman serokatiyê bike. Mesûd Barzanî piştî du serdeman, demeke din jî dirêj kir. Ev dema wezîfeyê ya Barzanî li gorî kîjan pêwîstiyê hat kirin?
Weke ku we jî anîn ziman, piştî hilbijartinên 30'ê Hezîrana 2013'an, dirêjkirina dema wezîfeyê ya Barzanî li dijî qanûnan e. Wê demê bi YNK'ê re li hev kir û dema serokatiyê serdemeke din dirêj kir. Di hilbijartinên 30'ê Hezîranê de hejmara kursiyên YNK'ê yên li parlamentê gelekî kêm bû û YNK ji vî alî ve neçarî vê yekê ma. Lê belê ji aliyê rêbaza demokratîk ve dema mirov lê binêrin, bi dîtina min ne rast e ku ji malbata Barzanî yek serok be, yek serokwezîr û yek serokê îstîxbaratê be. Gel vê yekê naxwaze.
PDK'ê di vê demê de çima israr dike ku Mesûd Barzanî weke serok bimîne?
Ya yekemîn; Îdîa dikin ku kes nîne li şûna Mesûd Barzanî serokatiyê bike. Lê ev ne rast e. Li Başûrê Kurdistanê gelek siyasetmedar hene ku dikarin vê wezîfeyê bi awayekî hêja bicih bînin. Wekî din li holê qanûn heye û divê li gorî wê qanûnê tevbigere.
Ya duyemîn; Hebûna şerê li herêmê, şerê ji neçarî yê Kurdan ê li dijî DAIŞ'ê weke hincetê nîşan didin. Halbûkî berî du salan, şerekî li hemberî DAIŞ'ê tinebû. Lê mixabin niha dixwazin vî şerê li hemberî DAIŞ'ê weke hincet nîşan bidin. Wekî din li Başûrê Kurdistanê mûxalefet nîne. Tevgerên Goran û Îslamî demekê xwe weke mûxalefetê nîşan dan. Lê belê niha ev nêzî PDK'ê bûne, di nava hikûmetê de cih digirin. Lewma li hemberî vê rewşê deng nakin. Barzanî gotibû ku eger gel nexwaze ew ê nebe serok.
Mesûd Barzanî ji bo careke din were hilbijartin, ti daxuyanî da, ti nirxandin kir?
Na, Mesûd Barzanî di vî warî de daxuyanî neda. Lê belê Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî diyar kir ku divê Mesûd Barzanî ji nû ve bibe serok. Mesûd Barzanî beriya niha li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da bû û anîbû ziman ku eger gel nexwaze ew e nebe serok. Di wê daxuyaniya xwe de got, 'Eger 50 hezar kes li dijî serokatiya min derkeve, ez ê dest ji serokatiyê berdim'. 70 hezar îmze ji bo Barzanî dest ji serokatiyê berde, hatin komkirin. Ev îmze radestî hikûmetê hatin kirin.
Niha PDK radibe dibêje kesek nîne li şûna Barzanî bibe serok. Halbûkî Barzanî ji bo herêma Kurdistanê karekî cidî nekiriye. Bala xwe bidinê, Barzanî dema serok bû di navbera Rojava û Başûr de xendek hatin kolandin, li dijî têkoşîna li Rojava sekinî. Gelek caran daxuyanî da û diyar kir ku ew li dijî têkoşîna li bakur e. Ji ber ku siyasetek li gorî berjewendiyên xwe dimeşîne.
Di rewşeke bi vî rengî de dibêjim, çima nebe? Dibêjin bi hikûmeta Iraqê re rewşeke aloz heye, li hemberî DAIŞ'ê şerek tê meşandin û îdîa dikin ku ji ber vê yekê divê dewam bike. Halbûkî ev hemû bahane ne.
Bi dîtina we, Barzanî çima xeteke bi vî rengî ya siyasî dişopîne?
Ji paşeroaj malbata Barzanî heta roja îro, rewş her tim bi vî rengî bû. Ji salên 60'yî û vir ve xwedî heman xeta siyasî ye. Her tim siyaseteke ku bi derve ve girêdayî ye, bi mêtîngeran ve girêdayî ye, meşandiye. Ya bi Tirkiyeyê yan jî bi Îranê ve xwe girêdaye. Siyaseteke giştî ya hemû Kurdan û Kurdistanê digire nava xwe, nemeşandiye. Her tim ya dijminatî li Rojava yan jî li Bakur û Rojhilat kiriye. Ev du sal in li djiî sîstemeke ku hewl tê dayîn li Rojava were avakirin, disekine. Van tiştên ku ez bilêv dikim, di dîrokê de qeydkirî ne û kes nikare înkar bike.
DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN WERE ÇÊKIRIN
Li Başûrê Kurdistanê destûreke bingehîn nîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka serokatiyê yan jî pirsgirêkên mîna vê, gelo pêwîstî bi destûra bingehîn nîne?
Belê rast e. Li Başûrê Kurdistanê hînê destûreke bingehîn nîne. Pêşnûmeyeke destûra bingehîn heye. Berî du salan gava dema serokatiya Barzanî hat dirêjkirin PDK'ê gotibû ku ew ê pêşnûmeyê di vê demê de li parlamentê nîqaş bikin û ji nû ve sererast bikin. Lê belê ev du sal in hînê ev nekirine. Yê ku vê asteng dike PDK bi xwe ye. Tevî ku ji aliyê qanûnî ve derbas nabe jî, dixwaze bi YNK, Goran û partiyên din ên Îslamî re li hev bike û bi hinceta xeteriya DAIŞ'ê re Barzanî careke din bikin serokê herêmê. Eger tê xwestin ku pirsgirêk ji bingehê ve werin çareserkirin, divê destûra bingehîn were çêkirin. Bi pêşnûmeya destûra bingehîn re welatek nayê birêvebirin.
Xaleke din a ji bo Kurdan girîng, kongreya neteweyî ye. Kurdan tevî ku di sala 2013'an de xebatên xwe yên amadekariya kongreyê anîn qonaxeke girîng jî, kongre pêk nehat. Bi dîtina we astengiya li pêşiya kongreyê çiye?
Ez ne bawerim ku bi PDK'ê re kongreya neteweyî pêk were. Rastiya PDK'ê destûrê nade vê yekê. Heta ku PDK serokatiya Mesûd Barzanî nede qebûlkirin, kongreyê lidar naxe. Her wiha bêyî destûra dewleta Tirk jî ev kongre pêk nayê. PDK ji aliyê karakteriyê ve jî nakeve nava karekî bi vî rengî.
Eger serokatî di destê Barzaniyan de be, kongreya neteweyî wê pêk were?
Ew ji bo xwe serokatiyê weke rewşeke nebe nabe dibînin. Wekî din eger ev kongre zerarê nede têkiliyên PDK'ê, eger ne berevajî berjewendiyên Tirkiyeyê be, hingî dikare pêk were. Ji bilî vê yekê PDK xwe nade ber kongreyê. Bi dîtina min eger PDK tevlî vê kongreyê neyê kirin, wê bi hêsanî kongre pêk were.
PÊKHATINA KONGREYA NETEWEYÎ GELEKÎ ZEHMET E
Beriya demeke kurt Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo kombûna kongreya neteweyî ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re name şand. Heyet li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike. Bi dîtina we, di demeke bi vî rengî de derfetê pêkhatina kongreyê heye?
Ya rast diviyabû ev kongre beriya niha bi salan bihata lidarxistin. Lê belê, ji ber sedemên ku min beriya niha anî ziman, ez di vê demê de jî pêkhatina vê kongreyê pêkan nabînim. Jİ ber ku ew sedem ji holê ranebûn.
Bala xwe bidinê; PDK li şûna pêkanîna kongreya neteweyî dixwaze dest li hilbijartinên li Kantona Cizîrê ya Rojava jî werde û bixe bin kontrola xwe. Gelo feraseteke bi vî rengî kongreya neteweyî dikare qebûl bike? Dikare tevlî bibe? Na.
Rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, ji bo PDK dest ji vê helwesta xwe berde dikarin çi bikin?
Gelek tişt hene ku dikarin bikin. Beriya her tiştî eger dixwazin ev kongre pêk were, pêwîste partiyên li derveyî PDK'ê di navbera xwe de yekîtiyê ava bikin. Piştre jî bi hêza vê yekîtiyê dikarin PDK'ê neçarî kongreyê bihêlin. Binêrin; hejmara kursêyên YNK û Goran ên li parlamentê ji yên PDK'ê zêdetir e. Lewma eger bibin yek, ji gelek aliyan ve dikarin guherînê ferz bikin.
DIVÊ KURD BI RUHÊ KOBANÊ YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKIN
Li herêmê gelek bûyerên germ diqewimin. Şer li gelemperiya herêmê belav bûye. Nîqaşên li ser ji nû ve xêzkirina nexşeya herêmê hene. Eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, di rewşeke bi vî rengî de wê avantajekê bi dest bixin? Eger yekîtiya xwe ava nekin wê bi xeteriyên çawa re rû bi rû bimînin?
Ez ne bawerim ku nexşe ji nû ve tê xêzkirin. Ya ku tê kirin, têkoşîna kontrolkirina petrolê ye. Bi dîtina min haya DYA ji avabûn û pêşdeçûna DAIŞ'ê heye. Bi awayekî kontrolkirî dimeşînin. Şerê Hûsiyan ê Îranê jî şerekî serdestiyê ye. Wekî din li Sûriyeyê, li şûna rejîmê çi difikirin? Ev ne diyar e. Ji ber ku li Misirê encama dixwestin, bi dest nexistin. Yanî pêşeroja herêmê ne diyar e.
Kurd di nava vê torê de xwedî pozîsyoneke girîng in. Li qada şer Kurd bi vî rengî ne. Lê belê li civînên navneteweyî Kurd nînin. Eger Kurd dixwazin tiştekî bikin û encamekê bi dest bixin, divê hêza xwe ya cewherî bikar bînin. Bi dîtina min Kurd hînê hêza xwe bi awayekî rast bikar nînin.
Eger kongreya neteweyî pêk were Kurd wê di dema pêş de statuya xwe bi dest bixin. Mînak li Kobanê Kurd hemû rabûn ser piyan û encam bi dest xistin. Divê hemû Kurd bi ruhê Kobanê bibin yek. Wî ruhê yekîtiyê yê li Kobanê tevahiya cîhan rakir ser piyan. Destekeke mezin wergirt. Bi heman rengî eger li tevahiya Kurdistanê yekîtiyeke wiha ava bike, wê qezencên mezin derkevin holê. Naxwe ne pêkane ku encameke cidî bi dest bixin.