Temel ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şaredarê Elkê yê berê Yusuf Temel ji aliyê deh hezaran kesan ve li Goristana Elkê hat definkirin
Cenazeyê Şaredarê Elkê yê berê Yusuf Temel ji aliyê deh hezaran kesan ve li Goristana Elkê hat definkirin
Cenazeyê Şaredarê Elkê yê berê Yusuf Temel ji aliyê deh hezaran kesan ve li Goristana Elkê hat definkirin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît diyar kir ku Yusuf Temel li her qadê li ber xwe da û wiha got: "Temel berî jiyana xwe dest bide jî çûbû di berxedana Kobanê de cihê girt. Wextê çû jî soza serketinê dabû me. Bi vî emrê mezin bi ciwanên Kurdan re di çeperên Kobanê de têkoşîn da."
Siyasetmendarê Kurd û Şaredarê Elkê yê berê Yusuf Temel ê demeke dirêj ji ber nexweşiya pençeşêrê dihate dermankirin û duh li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Temel şevê din ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Edeneyê hate wergirtin û anîn navçeya Elkê ya Şirnexê. Dema konvoya cenazeyê Temel li Cizîr, Şirnex, Qilaban û gundên wan re derbas dibû ji aliyê hezaran hemwelatiyan ve hate pêşwazîkirin. Welatiyan wêneyên Yusuf Temel bi sing û wesayitên xwe daliqandin. Esnafên Elkê jî dikanên xwe girtin. Cenazeyê Temel destpêkê birin mala wî û piştre anîn ber avahiya DBP'ê ya Elkê. DBP, HDP, Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenazeyê Temel bûn.
'DI HÊLA PÊŞENGIYÊ DE HEVALEK MÎNAK BÛ'
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî û bal kişand ser berxwedana Yusuf Temel û wiha axivi, "Yusuf Temel ev 40 sal in di nava vê têkoşînê de cihê xwe girtiye. Kedek mezin seknek hêja nîşan da. Temel beriya jiyana xwe ji dest bide jî çûbû di berxedana Kobanê de cihê xwe girtibû. Wextê çûyî jî soza serketinê dabû me. Bi vî emrê mezin bi ciwanên Kurdan re di çeperên Kobanê de têkoşîn da. Guh neda nexweşiya xwe û ji bo serketina Kobanê şer kir."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî destnîşan kir ku ji ber mirina Yusuf Temel Botan îro gelek xemgîn e û wiha got: "Em xemgîn in ji ber ku heval Yusuf jiyana xwe ji dest daye. Di hêla pêşengiyê de hevalek mînak bû. Cilên kurdewarî her dem li xwe dikirin û bi helwestê peyam dida me. Em ê her dem minetdarê wî bin. Em soz didin heval Yusuf ku em xwestek û xeyalên wî pêk binin"
Li ser navê malbatê birayê Yusuf Temel, Temer Temel jî ji bo tevlîbûna hemwelatiyan spas kir û wiha axivi, "Yusuf ne tenê birayê min bû rêhevakê min bû. Xebatek mezin kiriye. Ji ber vê xebatê di dilê hemû kesê de cih girtiye. Em spasiyê li hemû kesên beşdarî cenazeya rêheval Yusuf bûne dikin."
Piştî axaftinan cenazeyê Temel ji aliyê girseyê ve hate rakirin û li ser milan birin Goristana Xirabe û li wir defin kir.
Ji bo Temel li Qada Gel konê sersaxiyê hate vedan û wê sê rojan sersaxî werin qebûlkirin.