Dêrsimiyan ji Ocalan re kartên pîrozkirina rojbûnê şandin
Dêrsimî li ber PTT’ê civiyan û bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kartên pîrozkirinê şandin.

Dêrsimiyan bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kolana Hunerê hatin cem hev. Girseya gel ji vir ber bi PTT a Dêrsimê ve meşiya û ji PTT'ê kartên pîrozkirina rojbûnê ji Ocalan re şand.
ROJBÛNA WÎ ROJBÛNA ME YE
Hevseroka DBP’ê Melek Dolaz li ber PTT’ê daxuyaniyek da û got: "Bi wesîleya 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me kartên pîrozbahiyê şandin. Em ji Dêrsimê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pîroz dikin. Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye, rojbûna wî rojbûna me ye."
Girseya gel piştî şandina kartan bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" dawî li çalakiya xwe anî.