Rêberê Gelê Kurd ji bo pirsgirêka kurd di rewşa bêçalakiyê de were çareserkirin ji sala 1993’an ve hewldaneke mezin dide. Li ser bingehê derxistina holê ya hebûna kurd, baweriya wî bi rêbazên siyaseta demokratîk heye. Mercên çareserkirina pirsgirêka kurd amade bûne. Ji ber vê yekê jî dixwaze dewletê û hebûnên siyasî bikişîne nava pêvajoya çareseriya siyasî. Bi manîfestoya çareseriya demokratîk a Newroza 2013’an ev hewldanên xwe zêdetir kirin. Lê belê ji ber ku dewlet û desthilatdariya AKP’ê ne gihiştina feraseteke çareseriyê heta niha ji van hewldanan encam ne hatiye girtin. Lê belê ev hewldan vala jî neçûne, encamên ku bingehê çareseriyê zexmtir dikin derxistine holê.
Rêberê Gelê Kurd dema dît hikûmeta AKP’ê bi derxistin û zêdekirina aloziyê re dixwaze atmosfera çareseriya siyasî ji holê rake, di Mijdara 2014’an de pêşnûmeya muzakereyê ya ku ti kes nikaribe red bike û hikûmeta AKP’ê jî jê re nebêje na, ji bo dewletê û Tevgera Azadiyê pêşkêş kir. Rêveberiya KCK’ê daxukirin ku ew vê pêşmûneyê ku Rêbertiya wê pêşkêş kiribû bi tevahî qebûl dikin û berpirsiyariya dikeve ser milê wan de wê bicîh bînin. Ji bo gavavêtina hikûmetê jî bingeh amade kir. Lê belê mîna salên berê hikûmeta AKP’ê dîsa ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê gaveke bi tenê jî ne avêt. Rêber Apo tevî vê yekê jî bi deklerasyona Dolmabahçeyê û manîfestoya nû ya Newrozê rê li AKP’ê girt ku ji pêvajoya çareseriyê bireve. Ji bo demokratîkbûna civakî û çareseriya pirsgirêka kurd hêvî zêde bûne. Demokratîkbûn bûye rojeva berbiçav a Tirkiyeyê. Atmosfereke siyasî ya ku nikaribe ji demokratîkbûn û çareseriyê bireve afiriye.
Gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan mîna bombeyê ketin vê pêvajoya siyasî. Li hember vê rewşê rêveberiya AKP’ê ya ku civîna Dolmabahçeyê û manîfestoya Newrozê bi erênî pêşwazî kir jî şok bû û matmayî ma. Mîna ku qet agahdariya wî tineye Tayyîp Erdogan got, “Ez daxuyaniya Dolmabahçeyê rast nabînim, avakirina heyeta çavdêr nayê qebûl kirin, heyeta çavdêr, nameya Newrozê Îmraliyê rewa dike”. Tayyîp Erdogan ku bi salane heyetan dişîne Îmraliyê, bi vê helwesta xwe nîşan da ku niyeta wî ya çareseriyê tine ye. Her wiha nîşan da ku hewldanên Rêberê Gelê Kurd jî tenê ji bo li ser lingan hiştina desthilatdariya xwe, bikaranîna mîna amûreke serketina hilbijartinê dixwaze bikar bîne. Bi vê yekê re li dij bendewariya civakê ya demokratîkbûnê û çareseriyê bû xedî helwest.
Tayyîp Erdogan gelek caran bi gotinên ‘pirsgirêka kurd nîne’ atmosfereke aloz afirand û xwest polîtîkayên xwe yên bêçareseriyê ji gel veşêre. Lê belê tevahiya Tirkiyeyê fêhm kiriye ku niyeta AKP’ê ya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd tine ye. Her çiqasî Tayyîp Erdogan bêje, ‘min pêvajo da destpekirin’ jî her wiha nûnerên AKP’ê bêjin Serokkomar ne li dij pêvajoya çareseriyê ye jî, her tişt bi hemû zelaliya xwe li holê ye. Mijarên ku di encama diyaloga Rêberê Gelê Kurd a bi rayedarên dewletê û wezîrên AKP’î re gihiştin mutabakatê de paşde gavavêtin, van daxuyaniyan bêwate dike.
Hikûmeta AKP’ê taktîka xwe nû ne mîna yên berê ku li ser gotina, “Pêvajoya çareseriyê baş diçe, pêvajo di asta xwe ya herî pêş de ye” dimeşîne, bi dijwarkirina aloziyê polîtîkayê dimeşîne. Bi taybetî jî şerê li dij HDP’ê ku hêzeke bingeh a pêvajoya demokratîkbûn û çareseriyê ye esas digire. Rojane bi hincetên beredayî êrîşî HDP’iyan dike. AKP’a ku pêşketina HDP’ê ji aliyê siyasî ve nikare rawestîne, kampanyaya reşkirinê û tevgereke şerê psîkolojîk daye destpêkirin. Ev jî piştrast dike ku baweriya hikûmeta AKP’ê bi siyaseta demokratîk nîne. Careke din nîşan da ku AKP tenê ji xwe re demokrat e. Derkete holê ku heta hebûna kurdan û rastiya wan a bûyena neteweke demokratîk nekeve bin ewlekariya destûra bingehîn û qanûnan, di wateya xwe ya rastî de siyaseta demokratîk nikaribe were meşandin. Ji bo vê yekê baştir tê fêhmkirin ku têkoşîna siyaseta demokratîk a hêzên demokrasiyê yên li dora HDP’ê kom bûne çiqas girîng û watedar e. Têkoşîna di navbera HDP’ê û AKP’ê de di heman demê de têkoşîna bi bandorkirina siyaseta demokratîk e jî. Lewma serketina HDP’ê ya hilbijartinên 7’ê hezîranê di heman demê de wê bibe serketina siyaseta demokratîk.
Siyaseta demokratîk ne xebata bûyîna desthilatdar a çîn û derdorên serdest e. Siyaseta demokratîk; bûyîna hêz a civakê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê xwe mafê guftugoya azad, biryargirtin û pêkanînê ye. AKP hewl dide rê li siyaseta demokratîk ya ku wê civakê bike hêz bigire, zext û mêtîngeriya li ser civakê bidomîne. Di serî de kurd û elewî, li ser hemû komên civakî û baweriyê dixwaze polîtîkayên veşartî yê tevkujiya çandî berdewam bike. Ji ber vî aliyê xwe, di heman demê de hibijartinên 7’ê hezîranê têkoşîna dawîanîna tevkujiya çandî ya veşartî ku bi rê û rêbazên cuda li ser civakan tê meşandin e.
Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka