KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Bakurê Ewropa firtone: 9 kesan jiyana xwe ji dest da
Firtoneya duh li Bakurê Ewropayê, bû sedema herî kêm 9 kesan. -
MLKP/Rojava cejna Akîtû pîroz kir
MLKP/Rojava, cejna Akîtû ya gelên Suryanî/Asûrî û Keldanî pîroz kir. -
Şervanê YPG’ê ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Derwêş Reşad (Êrîş Zap) ku di berxwedana Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû, li Qamişlo bi awayekî girseyî û dirûşmeyan hate definkirin. -
Li Şaredariya Den Haagê respesiyona Newrozê ya bi temaya Kobanê
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, resepsiyoneke Newrozê ya bi temaya Kobanê li Şaredariya Den Haagê hate lidarxistin -
Ciwanê ji Mexmûrê di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Nazar Bîlen ê ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê di qezayek a kar de jiyana xwe ji dest da. -
Araç Oner li Qoserê li ser gora xwe hatin bîranîn
Ahmet Araç û Mehet Siddik Oner ên ku di bûyerên 28’ê adara 2006 de li Amedê destpê kirin û belavî tevayî Bakurê Kurdistanê bûn, li navçeya Qosera Mêrdînê hatin bîranîn. -
Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban ji aliyê dadgehê ve hat girtin
Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban a Anadolu ya li Mêrdînê hat avakirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. -
'Mafê tedawiya Selanîk ê li Kobanê birîndar bû tê astengkirin'
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, li hember girtina Selanîk ê li Kobanê çavekî xwe winda kiriye nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Selanîk her diçe giran dibe û rîska ku çavê xwe winda bike zêde ye. -
YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên YPG’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Bîlançoya sê mehan a şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya 3 mehan a şer aşkera kir. -
Leşker ji bo ku bazirganiya sînor asteng bikin kemînan datînin
Yekineyên artêşa Tirk bi armanca astengkirina bazirganiya sînor a gundiyên Roboskê kemînan datînin. -
Li Şengalê çalakî: 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên 31'ê Adarê yên li Şengalê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye. -
Balûken: Pêkanînên hikûmeta AKP’ê yên dij çareseriyê didomin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken nerazîbûn nîşanî wergirtina cerdevanên nû ya hikûmeta AKP’ê, da û got, hikûmet li dij pozîsyona çareseriyê ye. Balûken mijar bir meclîsê û pêşnûmepirs da Serokwezîr Davûtoglu. -
Ji YPG/YPJ'ê operasyon: 10 çete hatin kuştin
Hêzên YPG/YPJ'ê li herêma di navbera Til Berak û Holê de avêtin ser çeteyên amadekariya êrîşê dikirin û di encama operasyonê de 10 çete hatin kuştin. -
Çeteyên El Nûsra 6 Kurd revandin
Çeteyên El Nûsra yên bajarê Îdlib ê Sûriyeyê bi dest xistin, li nuqteyên kontrolê yên Cîrcnaz û El Dana 6 Kurdên Efrînî revandin. -
KJA: Em rojbûna azadiyê silav dikin
KJA'yê got, "Di 4'ê Nîsanê rojbûna azadiyê de, bi reng û tilîliyên xwe em li pîrozbahiya li Amara bin." -
Ebdullah: Ji bo avakirin û aştiyê piştgiriya navneteweyî girîng e
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah da xuyakirin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin û ji bo avakirina Kobanê û aştiya Rojhilata Navîn hewcehî bi piştgiriya navneteweyî heye. -
Yûsûf Temel jiyana xwe ji dest da
Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel jiyana xwe ji dest da. -
'Êdî bes e, em dixwazin Ocalan azad bibe'
Ji Semsûrê ber bi Amara ve meşa 'Ji Rêbertiyê re Azadî' destpê kir. Kurdistanî bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" diçin Amara. -
Roboskiyî: Planên komkujiyeke nû tên kirin
Abdûllah Baysal ê ku di dema komkujiya Roboskî de wezîfedar bû û piştre payeya wî ji bo Tumgeneraliyê hat bilindkirin li Fermandariya Tumenê ya Şirnexê hat wezîfedarkirin. Piştî ku Baysal dîsa hat herêmê, li Roboskî bûyeran ji nû ve destpê kirin. -
Meşa ‘Ji Rêbertî re Azadî’ gihişt Alîgor
Baskê meşa “Ji Rêbertî re Azadî’ ya Riha ku îro ji Riha destpê kir gihişt Alîgor. Meşvan ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. -
Dîlekçî: Ger li Wanê provokasyon pêk bê berpirs AKP ye
Hevserokê HDP’ya Wanê Veysî Dîlekçî bal kişand ser daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yasîn Aktay û Serokê AKP’ya Wanê Zahir Soganda û daxuyaniyan weke “amadekariya provokasyonê” nirxand. -
Nameya Ocalan radestî Barzanî hat kirin
Heyeta ji bo nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Talabanî û Barzanî bike derbasî Başûrê Kurdistanê bû, bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û name radestî Barzanî kir. -
Baskê meşa 'Ji Rêbertî re Azadî’ ya Riha dest bi meşê kir
Ji Rihayê bi sedan kes bi dirûşma "Ji Rêbertî re Azadî" dest bi meşê kirin, di rê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî tevlî meşê bû û xwest guh bidin daxwaza gel a azadiya Ocalan. -
Dewleta Tirk hestiyê kurê min nade
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Mehmet Emîn Ekerler ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û li gora komî hat veşartin, ji malbatê re nayê dayîn.