Balûken: Pêkanînên hikûmeta AKP’ê yên dij çareseriyê didomin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken nerazîbûn nîşanî wergirtina cerdevanên nû ya hikûmeta AKP’ê, da û got, hikûmet li dij pozîsyona çareseriyê ye. Balûken mijar bir meclîsê û pêşnûmepirs da Serokwezîr Davûtoglu.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûken nerazîbûn nîşanî wergirtina cerdevanên nû ya hikûmeta AKP’ê da û got ku hikûmet li dij pozîsyona çareseriyê ye.  Balûken mijar bir meclîsê û pêşnûmepirs da Serokwezîr Davûtoglu.

Balûken têkildarî girtina cerdevanên nû de pêşnûmepirsek da Serokwezîr Ahmet Davûtoglu. Balûken di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku hevdîtinên çareseriyê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de sala xwe ya duyan tijî kiriye, lê hikûmeta AKP’ê di neçareseriyê de israr dike.

Balûken  diyar kir ku di vê pêvajoyê de wergirtina cerdevanan, pratîkên şer in û wiha berdewam kir: “Li gorî îlana qeymeqamtiyên navçeya Dep a Elezîzê û navçeya Gêxî ya Çewlîkê derxistiye bi giştî 300 cerdevan hatine wergirtin. Ev polîtîkayên hikûmeta AKP’ê bi gelê ku aştiyê dixwazin re fikaran zêde dike. Vê pêkanînên li herêmê deng daye û ji rawestandina van pêkanînan çalakiyên demokratîk pêk hatine.”

GELO NE LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE?

Balûken ê HDP’î ev pirs ji Serokwezîr Davûtoglu pirsîn:

“Li navçeya Gêxî ya Çewlîkê 150 cerdevan hatine wergirtin, sedema vê çi ye?

Beriya cerdevan bên wergirtin gelê herêmê, saziyên civaka sivîl û têkildaran îtiraz kirine, hinceta piştguhkirina van îtîrazan çi ne? 

Îzaha cerdevanên bi hinceta parastina HES û bendavan hatine wergirtin,  çi ye?

Hewldana parastina warên kargehên taybet ên bi bacên ku gel dide, tê kirin, aliyê wê yê hiqûqî çi ye?

Li navçeya Depê jî ji bo parastina Bendava Pembelîk 150 cerdevan hatine wergirtin, di aliyê wergirtinê de zemîneke hiqûqî heye?

Ji sala 2012’an ku pêvajoya çareseriyê destpê kiriye heta niha hejmara cerdevanên li tevayî Tirkiyeyê hatine wergirtin çend in? Wergirtina van cerdevanan li kîjan bajaran hatiye kirin?

Wergirtina cerdevanan, çêkirina HES û qereqolan gelo ne li dijî ruhê çaerseriya demokratîk û pêvajoya aştiyê ye?