YPG’ê nasnameya 5 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên YPG’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameyên 5 şervanên YPG’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane,  aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 şervanên ku di berxwedana Kobanê de di dîrokê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedanî û fedabûn li ser rêya şoreşgeran tenê tê resmandin û berxwedana Kobanê gihîşt asta serketinê. Ev hemû bi saya şehîdên ku xwîna xwe dan ji bo azadî û rûmeta gel. Di vê berxwedaniya bêhempa de li Kantona Kobanê 5 şervanên me bi lehengî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ye dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Bi nasnav Şêraz Botan di 10-10-2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da

Mehmud Cuma bi nasnav Şiyar Kobanê di 29-3-2015’an de li gundê Boxa yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Salih Mela Xelîl bi nasnav Salih Bînder Kebîr li gundê Cib Elferc ê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Fîras Mustefa bi nasnav Fîras Cûdî di 20-9-2014’an de li gundê Êdaniyê yê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Welat Mustefa bi nasnav Qehreman Bîr Ereb di 26-9-2014’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest da.