Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban ji aliyê dadgehê ve hat girtin

Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban a Anadolu ya li Mêrdînê hat avakirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban a Anadolu ya li Mêrdînê hat avakirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Serokê Komeleyê Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku ji ber di rêziknameya komeleyê de,  hevserokatî, bikaranîna navên jîngehan ên berê û xalên bi heman rengî hene hatiye girtin.

Der barê Tevgera Yekîtiya Ereban a Anadolu de, ji ber hin xalên di rêziknameya wê de ku lêpirsîn hatibû destpêkirin, doz bi encam bû. 2. Dadgeha Asliye Hiqûq a Midyadê di rûniştina biryarê de biryara feshkirina komeleyê da.

Têkildarî biryarê Komeleya Ereban a Sînornenas, Komeleya Piştevaniyê ya Mercîmeklî, Komeleya Mihallemî ya Mêrdînê, Komeleya Yekîtiya Ereban a Anadolu, Komeleya Ereban a Mezopotamya ya Êlihê, Komeleya Mihallemî ya Hatayê, Komeleya Ahlemî ya Ereban a Hatay, Komeleya Tevgera Ereban a Anadolu ya Mêrdînê, Komeleya Mêrdîniyan a Beyrud Lubnan, Komeleya Mihallemî ya Goteborg Swêd, Komeleya Mihallemî ya Lubnan, Platforma Mihallemiyan a Hollanda, Rûspiyên Mihallemî yên Sûriye, Rûspiyên Mihallemî yên Misûlê, Tevgera Ciwanan a Mihallemî ya Ereban, Tevgera Jinan a Mihallemî Ereban, Beyt-Nahreyn Yekîtiya Aramî ya Ereban û Komeleya Demokratên Ciwan ên Mihallemî  daxuyaniyeke hevpar dan.

Serokê Komeleya Tevgera Yekîtiya Ereban a Anadolu ya li Mêrdînê Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku bi biryarê re mafê rêxistinbûna Ereban hatiye astengkirin û got, "Komeleya me ya hat girtin, di sala 2008’an de wek yekemîn platforma Ereban a Tirkiyeyê li Mêrdînê hat avakirin. Taybetmendiya herî mezin a komeleya me ev bû ku li Hatay, Riha, Mêrdîn, Riha Dîlok, Edene, Mêrsîn, Mûş û Bedlîs li bajarên ku Ereb wek gelê xwecihî li wan deveran dijîn, Erebên Misilman, Xiristiyan û Elewî-Sunnî têde cih digirtin. Vê yekîtî û vê sînerjiyê hin kes û sazî aciz kiriye û tirsandiye. Ji ber li her bajar û zanîngehê nûnerên komeleya me hebûn, sekneke bi rêgez a li hember desthilatdariyan muxalif bi girtina komeleya me bi encam bû.”

Aslan anî ziman ku di rêziknameya komeleya wan de xalên hevserokatî, jin, ciwan, astengdar, zarok, ekolojî, têkoşîna li hember xizaniyê, tenduristî, parastina maf, bikaranîna navên berê yên jingehan cih digirtin û ji ber vê sedemê Qeymeqatiya Midyadê gilî kiriye.