Yûsûf Temel jiyana xwe ji dest da

Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel jiyana xwe ji dest da.

Şaredarê berê yê Elkê Yûsûf Temel jiyana xwe ji dest da.

Yûsûf Temel ê ku di navbera salên 2009-2014'an de Serokatiya Şaredariya navçeya Şirnex Elkê kir, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Edeneyê ku demeke dirêj bû lê tedawiya kanserê didît, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Temel ber bi warê wî navçeya Şirnex Elkê ve hat şandin. Cenaze wê li gundê Setkarê bê veşartin.