Ciwanê ji Mexmûrê di qezaya kar de jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Nazar Bîlen ê ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê di qezayek a kar de jiyana xwe ji dest da.

Qezayên kar ên li Hewlêrê berdewam dikin. Ciwanê bi navê Nazar Bîlen ê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku karê înşaatê dikir, ji ber nebûna tedbîrên ewlehiya kar ji dîwar ket û bi giranî birîndar bû. Piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin, Nazar Bîlen ê 22 salî ku xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Selahedînê dixwend, ji ber pirsgirêkên aboriyê neçar ma dest ji dibistanê berde û karê înşaatê dikir. Li gorî agahiyên malbatê dane, Nazar beriya sê rojan li navçeya Enkawa ya Hewlêrê dest bi kar kir û îro saet di 10:00 dema karê dîwar dikir, ji dîwar ket û bi giranî birîndar bû. hate diyarkirin ku ew rakirin Nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê. Li ger hemû hewldanan nehate rizgarkirin.
Cenazeyê Nazar îro anîn Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr û li wir spartin axê. Nazar Bilen sala 1994'ê li gundê Hilal ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bûye.