Baskê meşa 'Ji Rêbertî re Azadî’ ya Riha dest bi meşê kir

Ji Rihayê bi sedan kes bi dirûşma "Ji Rêbertî re Azadî" dest bi meşê kirin, di rê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî tevlî meşê bû û xwest guh bidin daxwaza gel a azadiya Ocalan.

Ji Rihayê bi sedan kes bi dirûşma "Ji Rêbertî re Azadî" dest bi meşê kirin,  di rê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî tevlî meşê bû û xwest guh bidin daxwaza gel a azadiya Ocalan.

Bi sedan welatî serê sibê ji Rihayê bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê ve dest bi meşê kirin û meşvanan li Herêma Organîze Sanayiyê bêhna xwe dan. Welatiyên bi çepik û dirûşman bi coş dimeşin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ'ê tên hilgirtin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê" tên bezkirin. Ajokarên wesayîtan jî bi qorneyan piştgiriyê didin meşê. Welatiyan li cihê bêhna xwe dan xwarin xwarin û pişt re govend girtin.

'JI BO OCALAN JI HER NIFŞÎ WELATÎ DIMEŞIN'

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan  got: "Em ji bo Rêbertî meşa xwe didomînin. Eleqeya gel zêde ye. Ligel gelek kes tevlî bûn û me pêşengî da ciwanan di meşê de kesên 80 salî û zarok jî cih digirin. Ji 7 saliyê heya 70 salî welatî ji bo serokê xwe dimeşin." Kaplan anî ziman ku ji bo Ocalan du nifş bi hev re digerin, wê 4 rojan bimeşin, cihê yekemîn ê lê rawestin Alîgor e û pişt re wê bi ser Bêrecûkê re ber bi Amarayê ve meşa xwe bidomînin û bi dawî bikin.

'EV MEŞ DESTPÊK E'

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku gelê Rihayê bi coş xwedî li "Rêberê xwe" derdikeve. Ayhan anî ziman ku hemû kes bi heman armancê derketin rê û wiha got: "Kesên dimeşin tenê tiştekî dixwazin. Daxwaza wan azadiya Rêbertî. Em jî bi gelê xwe re bimeşin Amarayê. Ev meş tenê destpêkek e. Ji bo gelê Kurd Birêz Ocalan gelek bi wate ye. Em dixwazin daxwazên gelê me bên dîtin."

Meş bi coşek mezin berdewam dike û çalakvan Wê îşev li bajaroka Alîgorê bin.