Bîlançoya sê mehan a şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya 3 mehan a şer aşkera kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya 3 mehan a şer aşkera kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya 3 mehan a şer bi raya giştî re parve kir.
HPG'ê got, "Pêvajoya têkoşîna azad-demokratîk a li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêber û tevgrae me ve gav bi gav hat afirandin û pêşvebirin, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji bo ev pêvajoya stratejîk û girîng bimeşe, hêzên me yên gerîla li hemû qad û herêman bi berpirsyarî rabûn, li gorî mercên agirbestê tevgeriyan; lê belê artêşa Tirk bi hesab, lîstik û fenan nêzî pêvajoyê bû, li gorî mercên agirbestê tevnegeriya û êrîşên xwe dewam kir."
BAKURÊ KURDISTANÊ
Tevgerên keşfê yên artêşa Tirk: 197
Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk: 24
Tevgerên hewayî yên artêşa Tirk: 91
Êrîşên helîkoterên Kobra yên artêşa Tirk: 2
Êrîşên bi tank û topan ên artêşa Tirk: 134
Pevçûnên neçarî yên ji ber operasyonan: 14
Leşkerên di pevçûnan de hatin kuştin (Yên tespîtkirî): 2
Leşkerên di pevçûnan de birîndar bûn (Yên tespîtkirî): 2
Maşînên di pevçûnan de hatine derbkirin: 5
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Di daxuyaniya HPG'ê de li ser pevçûnên li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê de ev agahî hat dayîn:
"Li Başûrê Kurdistanê di serî de li Şengalê li Kerkûk û Mexmûrê, hêzên me yên gerîla yên bi berpirsyariya parastina gelê me rabûn, li dijî êrîşên qetlîemkar ên çeteyên DAIŞ'ê berxwedan xurt kirin û hiştin ku li Başûrê Kurdistanê lehengiyeke mezin bi pêş bikeve. Her şêwe êrîşên dijmin hatin pûçkirin û bi operasyonên hevpar re pêngav hatin avêtin û pêşî li pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê li Kurdistanê hat girtin."
BÎLANÇOYA ŞENGALÊ
Çalakî û pevçûnên rû dan: 219
Çeteyên di çalakî û pevçûnan de hatin kuştin (Yên hatin zelalkirin): 316
Çeteyên birîndar bûn (Yên hatin zelalkirin): 149
Maşînên hatin rûxandin: 6
Maşînên hatin derbkirin: 16
Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan: 21
Şervanên YBŞ'ê yên jiyana xwe ji dest dan: 2
Gerîlayên HPG'ê yên li Şengalê birîndar bûn: 5
ÇEK Û CEBILXANEYA HATIN DESTESERKIRIN:
17 çekên kalaşnîkov, 14 rext, 32 şarjor û 500 fîşekên wê
2 çekên Kanas
1 çeka BKC
1 çeka MG3, 4 şarjor û 250 fîşekên wê
1 çeka M16
1 rokêtavêja B7
11 bombeyên destan
1 debance
5 êlekê êrîşê û 1 êlekê xwekujî
1 çenteyê ji xefikê, 1 dûrbîn û 2,5 kg teqemeniya C4
3 cîhazên biçûk
KERKÛK:
Çalakî û pevçûnên rû dan: 18
Çeteyên di çalakî û pevçûnan de hatin kuştin (Yên hatin zelalkirin): 89
Çeteyên birîndar (Yên hatin zelalkirin): 10
Gerîlayên HPG'ê yên li Kerkûkê jiyana xwe ji dest dan: 1
Gerîlayên HPG'ê yên li Kerkûkê birîndar bûn: 3
ÇEK Û CEBILXANEYA HAT DESTESERKIRIN
1 çeka BKC, 1 sindoq, 1320 fîşek û zincîrên wê
1 rokêtavêja B7 û 2 rokêtên wê
890 fîşekên kalaşnîkovê
235 fîşekên Doçka 12.5 û 30 fîşekên Doçka 14.5
1 dûrbîn
1 çente