Araç Oner li Qoserê li ser gora xwe hatin bîranîn
Ahmet Araç û Mehet Siddik Oner ên ku di bûyerên 28’ê adara 2006 de li Amedê destpê kirin û belavî tevayî Bakurê Kurdistanê bûn, li navçeya Qosera Mêrdînê hatin bîranîn.
Ahmet Araç û Mehet Siddik Oner ên ku di bûyerên 28’ê adara 2006 de li Amedê destpê kirin û belavî tevayî Bakurê Kurdistanê bûn, li navçeya Qosera Mêrdînê hatin bîranîn.
Ahmet Araç û Mehet Siddik Oner ên ku di bûyerên 28’ê Adara 2006'an de li Amedê destpê kirin û belavî tevayî Bakurê Kurdistanê bûn, li navçeya Qosera Mêrdînê hatin bîranîn.
Di pevçûnên 1’ê Nîsana 2006'an li navçeya Qosera Mêrdînê rû dan de, ciwanên Kurd ên bi navê Ahmet Araç ê 27 salî û Mehmet Siddik Oner jiyana xwe ji dest dan. Oner û Araç îro li ser gora xwe ya li Qoserê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Hevserokên DBP û HPD’ê yên navçeyê, Hevşaredarên Qoserê, endam û rêveberên MEYA-DER, MADAY-DER, KURDî-DER, Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê, malbata Araç û gelek kes tevlî çalakiya bîranînê bûn. Bi dehan kes ên ku li Qada Azadiyê ya navçeyê li hev kom bûn, çûn Goristana Çeçen.
Di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, Serokê MEYA-DER’a Qoserê Halîl Tuguç axivî got: “Sala 2006 li Qoserê di encama pevçûnê de Ahmet Araç û Mehmet Siddik Oner ên ku bêyi parastin bûn jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşa namerd şermezar dikin. Gelê Kurd wê weke her demê xwedî li têkoşîna xwe derkevin.”
Piştî bîranîna Araç, girseya gel çû serdana goristana Mehmet Siddik Oner a li goristana li Taxa Sanayiyê. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.