Ebdullah: Ji bo avakirin û aştiyê piştgiriya navneteweyî girîng e

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah da xuyakirin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin û ji bo avakirina Kobanê û aştiya Rojhilata Navîn hewcehî bi piştgiriya navneteweyî heye.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah da xuyakirin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin û ji bo avakirina Kobanê û aştiya Rojhilata Navîn hewcehî bi piştgiriya navneteweyî heye. Ebdullah got: “Her ku em xurt bibin wê kes di zehmetiyê de nemîne.”
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah li paytexta Kopenhag a Danîmarkayê beşdarî civîneke gel bû.

Ebdullah ji aliyê Partiya Koalîsyona Sor-Kesk (Enhedslîsten) hat dawetkirin. Civîn li salona Dawetê ya Başak pêk hat.

Ji bilî Enhedslîsten, Komeleya Dostaniya Kurdan Kurdisk Forum û Federasyona Komeleyên Kurd a Danîmarkayê (FEYKURD) ji civînê re malovanî kirin.

ŞOREŞA MIROVAHIYÊ

Asya Ebdullah têkildarî rewşa heyî û şerê Kobanê de nirxandin kir û bi lêv kir ku şoreşa Rojava, şoreşa mirovahiyê ye û banga xwedîderketina li şoreşê kir.

Ebdullah wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn projeyeke jiyana hevbeş e. Di nava kesên li Rojava şehîd ketin de ji bilî Kurdan, Ereb û ji gelên din jî kes hebûn.  Niha di avakirina Kobanê de û ji bo aştiya Rojhilata Navîn hewcedarî bi desteka navneteweyî heye.” Abdullah konferansa têkildarî avakirina Kobanê ya li Amedê ku di navbera 3-5’ê Gulanê de pêk tê jî bibîr xist. 

Ebdullah got: “Kurdan di dîroka xwe ya qedîm de her tim bûne parêzvanên aştî, biratî û wekheviyê û wê bibin jî. Her ku Kurd li Rojhilata Navîn xurt dibin, yên ditirsin hene.  Bila nekevin nava fikaran. Her ku em xurt bibin wê kes di zorê de nemîne.”

SERDAN DIDOMIN

Ebdullah di çarçoveya gera xwe de bi Şefê Daîreya Wezareta Karên Derve re jî hevdîtin kir û tevî vê wê beşdarî  civîneke çapemeniyê ya li meclîsa Danîmarkayê pêk tê bibe û bi nûnerên karên derve yên partiyên siyasî re bê cem hev.