Li Şengalê çalakî: 3 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên 31'ê Adarê yên li Şengalê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên 31'ê Adarê yên li Şengalê de 3 çete hatine kuştin, çeteyek jî birîndar bûye. Navendê diyar kir ku artêşa Îranê bi obus û hawanan hin qadên Qendîlê bombebaran kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 31'ê Adarê saet di 15:30 de, li Girê Elîşorpe yê taxa Sîttî Zeynep a Şengalê, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîne. Hat ragihandin ku di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.

Navendê iyar kir ku di heman saetê de li dedora taxa Sûka Jêr jî hêzên gerîla çalakiyek pêk anîne û li vir çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniya navendê, di êvara 31'ê Adarê de, saet di 20:30 de li derdora taxa Xeyr Nasir gerîlayên HPG/YPJ Starê çalakiyeke sûîqestê lidar xistine û çeteyek hatiye kuştin.

TEVGERA LI QADÊN GERÎLA

Di daxuyaniyê de der barê êrîşên artêşa Îranê yên bi hawan û obusan li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de agahî hat dayîn û hat gotin, "Di 31'ê Adarê saet di navbera 10:30 - 12:00 de ji qereqolên artêşa Îranê yên li ser sînor qadên Boxaza Suredê, Mam Resûl û Girê Hîva, saet di navbera 09:00 - 12:00 de qada Dola Kokê bi obus û hawanan hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê her wiha diyar kir ku li qada Şehîd Rehîme ya herêma Avaşînê di 31'ê Adarê saet di navbera 16:00 -17:00  de pêgerên bê mirov ên hewayî yên artêşa Tirk keşif kirine. Navendê da xuyakirin ku di 1'ê Nîsanê saet di navbera 02:00 - 03:00 de jî li ser herêma Zapê, balafirên şer tevgeriyane."