Dîlekçî: Ger li Wanê provokasyon pêk bê berpirs AKP ye

Hevserokê HDP’ya Wanê Veysî Dîlekçî bal kişand ser daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yasîn Aktay û Serokê AKP’ya Wanê Zahir Soganda û daxuyaniyan weke “amadekariya provokasyonê” nirxand.

Hevserokê HDP’ya Wanê Veysî Dîlekçî bal kişand ser daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yasîn Aktay û Serokê AKP’ya Wanê Zahir Soganda û daxuyaniyan weke “amadekariya provokasyonê” nirxand û got: “Em weke partî me ti carî serî li çalakiyên tundiyê nedaye û nadin jî. Em aşkere dibêjin. Ger li bajarê me bûyer an jî provokasyon çêbibe berpirsê wê desthilatiya AKP û serokê wê ye.”

Rêxistina HDP’ê ya Wanê Rêxistina HDP’ê ya Wanê, bernamzedên HDP’ê yên Wanê li hev kom bûn. Civîn li Navenda Çandê ya Bêrîvan a Şaredariya Îpekyoluyê pêk hat. Hevserokên ên Wanê M. Veysî Dîlekçî û Prz. Derya Havya, rêveberên HDP’ya bajêr, û bernamzedên HDP’ê yên Wanê tevlî civînê bûn. 

‘HDP TI CARÎ SERÎ LI ÇALAKIYÊN TUNDIYÊ NEDAYE Û NADE JÎ’

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî ve hate kirin û bersiv da daxuyaniyên Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yasin Aktay û Serokê AKP’ya Wanê Zahir Soganda. Dîlekçî diyar kir ku berpirsên hemû êrîşên li hemberî HDP’ê hikûmeta AKP’ê ye û da zanîn ku hikûmeta AKP’ê bi daxuyaniyên ku vê dawiyê dide navnîşana êrîşan destnîşan dike. Dîlekçî bal kişand ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî bal kişandiye ser hewldanên provokasyonan û daxuyaniyên rayedarên AKP’ê weke provokasyon bi nav kir. Dîlekçî got: ““Em weke partî me ti carî ser li çalakiyên tundiyê nedaye û nadin jî. Em aşkera dibêjin. Ger li bajarê me bûyer an jî provokasyon çêbibe berpirsê wê desthilatiya AKP û serokê wê ye.”

‘YASÎN AKTAY BI PÊŞNIVÎSÊN DANIYE BER HINEKAN DIAXIVE’

Dîlekçî bal kişand Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yasin Aktay gelek caran tê Wanê û heqaretê li partiya wan dike, ne bi axaftin û nêrînên xwe bi gotinên ku ji Tayyip Erdogan girtiye diaxive. Dîlekçî da zanîn ku Aktay bi pêşnivîsên ku hinekan danîne pêşiya wan diaxive û got: “Li vê derê berdevkiya Tayyip Erdogan dike. Ti nêrîn û pêşniyarên wan ên ji bo pêşeroja pêvajoya tine ye. Ji ber wê jî em bang li her kesên li vî bajarî dikin û aşkera dikin. Ger provokasyonek li vî bajarî pêk bê, berpirsê wê yekê partiya desthilat û serokê wê yê bajêr e.”

‘JI BER KU WÊ HDP’Ê BENDÊ DERBAS BIKE ÊRÎŞ DIKIN

Dîlekçî destnîşan kir ku HDP’ê li Tirkiyeyê bayekî mezin bi xwe re anî û got: “Ji 2002'an ve cara yekemîn bi navê partî, em ê bi nasnameya xwe bikevin hilbijartinan. Di pêvajoyên buhrî de ji ber pirsgirêka bendê hin tengasiyên me çêbûn. Ev du car in bi teqdîra gel û tevgera me, em bi namzedên serbixwe dikevin hilbijartinan.  Em diçin parlementoyê û koma xwe ava dikin. Me di hilbijartinên dawî yên herêmî û serokkomartiyê de serketineke mezin bi dest xist. Em ê li gorî vê bikevin hilbijartina. Ji ber vê jî ditirsin û serî li rêyên din didin. Ji ber ku li hemberî HDP’ê bê çare mane, serokkomar bi xwe derdikeve û êrîşî HDP’ê dike.”