'Mafê tedawiya Selanîk ê li Kobanê birîndar bû tê astengkirin'

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, li hember girtina Selanîk ê li Kobanê çavekî xwe winda kiriye nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Selanîk her diçe giran dibe û rîska ku çavê xwe winda bike zêde ye.

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, li hember girtina Selanîk ê li Kobanê çavekî xwe winda kiriye nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Selanîk he diçe giran dibe û rîska ku çavê xwe winda bike zêde ye.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê têkildarî Erkîn Selanîk ê li Kobanê birîndar bû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Erkîn Selanîk ê 14’ê Sibatê li Kobanê birîndar bû û ji ber travmaya serî rakirin Nexweşxaneya Balikligol a Riha, dema dihat tedawîkirin bêyî tedawiya wî biqede hatiye binçavkirin û girtin.

'REWŞA WÎ GIRAN DIBE DIBE KU ÇAVÊ XWE WINDA BIKE'

Hat gotin ku Selanîk çavekî xwe bi temamî winda kiriye û ev xisûs hat diyarkirin: “Rewşa Erkîn Selanîk ê beyî tedawiya wî biqede hê li girtîgehê tê ragirtin, her diçe giran dibe û rîska ku çavê xwe yê din jî winda bike ji aliyê malbat û rêxistinên tenduristiyê ve ji raya giştî re hatiye aşkerakirin.”

'ÇETE LI HER CIHÎ TÊN TEDAWÎKIRIN'

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê bal kişand ser helwesta hikûmeta AKP’ê ya li dijî Kobanê, hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê li her cihî tedawiyê dibînin, lê mafê tedawiyê yên komên Kurd tên astengkirin.

Meclîsa Tenduristiyê ragihand ku wê şopdarên bûyerê bin û banga hestyariyê li raya giştî kir.