Çeteyên El Nûsra 6 Kurd revandin

Çeteyên El Nûsra yên bajarê Îdlib ê Sûriyeyê bi dest xistin, li nuqteyên kontrolê yên Cîrcnaz û El Dana 6 Kurdên Efrînî revandin.

Çeteyên El Nûsra yên bajarê Îdlib ê Sûriyeyê bi dest xistin, li nuqteyên kontrolê yên Cîrcnaz û El Dana 6 Kurdên Efrînî revandin.

Çavkaniyên herêmî ji bajarokê Circnaz ê girêdayî bajarê Îdlibê ku niha di bin kontrola Cebhet El Nûsra de ye ragihandin ku çeteyên Nûsra 2 welatiyên Efrînê ku navên wan nehatin hînbûn, dema ji Şamê vedigeriyan herêmê revandine û birine cihekî nediyar.

Çavkaniyekî taybet jî ragihand ku çeteyên El Nûsra li ser rêya çûna Şamê li benda kontrolê ya gundê El Dana yê girêdayî bajarokê Meeret El Numan ê Îdlibê jî 4 welatiyên ji herêma Efrînê revandine.

Çavkaniyê taybet da zanîn ku ji welatiyên hatine revandin 2 kes li benda kontrolê hatine berdan. Lê belê welatiyên bi navê Ebdo Ebdullqadir û Hesen Heso bi wesayîteke bi tîpa pîk-up û bi marqeya Mazda birine cihekî nediyar.