Meşa ‘Ji Rêbertî re Azadî’ gihişt Alîgor

Baskê meşa “Ji Rêbertî re Azadî’ ya Riha ku îro ji Riha destpê kir gihişt Alîgor. Meşvan ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Baskê meşa “Ji Rêbertî re Azadî’ ya Riha ku îro ji Riha destpê kir gihişt Alîgor. Meşvan ji aliyê hezaran keî ve hatin pêşwazîkirin.

Bi sedan kesên ji bo salvegera rojbûna Rêbêre Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, îro danê sibehê ji Riha ber bi gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bûye ketin rê, di ketina Taxa Alîgor a Pirsûsê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmrali re hezar silav” hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên ji Riha heta Alîgor 45 kîlometreyan meşiyan, dirûşmên ji bo azadiya Ocalan berz kirin. Kom bi wêneyên Ocalan û Mahsûm Karaoglan ê sala 2009’an li Amara ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hatin pêşwazîkirin. Di pêşwaziyê de li ber dahol û zurneyê govend hat gerandin û welatî bi meşvanan re bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” ber bi navenda Taxa Alîgor meşiyan. Meş heta qada konserê ya li pişt avahiya şaredariya berê dewam kir. li qadê coş zêdetir bû. Girseyê li ber muzîkê govend gerand, meşvan li ser giya bêhna xwe vedan. Li qadê fîşekên hewayî hatin teqandin, bi hezaran kesan rojbûna Ocalan bi tilîlî û dirûşman pîroz kirin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Îsmaîl Kaplan destpêkê meşvan û gel silav kir û ji ber keda wan ew pîroz kir. Kaplan diyar kir ku wê sibe meşa ji Ocalan re azadî bidome, heta gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bûye, bi şev û roj wê bimeşin. Piştî axaftinê pîrozbahî bi stranan dewam kir.

Meşvan wê sibe ber bi Amara ve bikevin rê.