MLKP/Rojava cejna Akîtû pîroz kir

MLKP/Rojava, cejna Akîtû ya gelên Suryanî/Asûrî û Keldanî pîroz kir.

MLKP/Rojava, cejna Akîtû ya gelên Suryanî/Asûrî û Keldanî pîroz kir.

Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Rojava, cejna Akîtû ya gelên Suryanî/Asûrî û Keldanî pîroz kir.

MLKP Rojava a peyamek weşand diyar kir ku şoreşa Rojava “şoreşa gelan e” û got, “Şoreşa vejînê di têkoşînê de hevpar dike û rêya xwe didomîne.”

MLKP Rojava bibîr xist ku şervanên wan, Ivana Hoffman a welatiya Elmanya û bi eslê xwe Afrîkayî û welatparêzê sosyalîst ê Kurdistanî Coşkûn Înce dema gelê Asûrî ji komkujiya çeteyên DAIŞ’ê diparastin jiyana xwe ji dest dane û got, "Ew şehîdên hemû gelan in, lê her çiqasî zimanê wan cuda be jî herî zêde şehîdên gelê Asûrî ne. Di şexsê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Senherîb (Heysem Yonan) ê li Til Temir şehîd ket, em tevayî şehîdên Til Temir bi rêz bibîr tînin. Em soz didin wan û rêhevalên xwe yên niha li eniyan bi canfedayî şer dikin, em ê xewna wan a cejna azadiya gelan pêk bînin.”

MLKP Rojava, di peyama cejnê de herî dawî got,

“Em bi vê bawerî û hêviyê cejna vejînê Akîtû ya gelên Suryanî/Asûrî û Keldanî û ya şervanên wan pîroz dikin. Em bang li gelên Rojhilata Navîn dikin ku bi gelên me yên Suryanîi/Asûrî û Keldanî re xwişk û biratiya têkoşînê mezin bikin û bi hev re cejna Akîtû pîroz bikin.”