Li Şaredariya Den Haagê respesiyona Newrozê ya bi temaya Kobanê

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, resepsiyoneke Newrozê ya bi temaya Kobanê li Şaredariya Den Haagê hate lidarxistin

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, resepsiyoneke Newrozê ya bi temaya Kobanê li Şaredariya Den Haagê hate lidarxistin

Bavê şervanê YPG’ê Richard Jansen ê ji Hollandayê ku li Kantona Cızîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû Leo Jansen, Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim,  Şaredarê Kobanê Mustafa Abdî, Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade,  endamê Polîtburoya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre, parlementerê Partiya Sosyalîst a Hollanda H. Van Bommel û gelek kesayet tevlî resepsiyonê bûn.

Mark Verheul li ser navê Şaredarê Amedê axivî. Di nava axaftvanan de Kurdolog Prof. Dr. Martin Van Brinnessen jî cihê xwe girt.

Li pişt cihê ku axaftvan diaxivîn, wêneyên Newroz û Kobanê dihatin nîşandan.  Axaftvanên Hollandayî bal kişandin ser roja 5’ê gulanê ku 70 salvgera serxwebûnê ye,  û bal kişandin ser berxwedana gelê Kurd û serkeftina Kobanê pîroz kirin.

Parleneterê Partiya Sosyalîst Van Bommel bal kişand ser êrîşên DAIŞ’ê û koçberiya bi darê zorê û diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropa (YE) bê derxistin.

Prof. Dr. Martin van Bruinnessen jî bal kişand ser wate girîngiaya Newrozê ya ji bo her çar parçeyên Kurdistanê.

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji çar aliyên cîhanê tên û li Kurdistanê êrîşê Kurdan dikin. Muslim behsa têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir û bal kişand ku gelê Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin.

Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî diyar ki rku wî silavên şervanên YPG û YPJ’ê anîne. Mustefa bal kişand ku êdî her kes dizane ku gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û got: “Dema DAIŞ’ vedikişe, bombe dixe bin cenazeyan.”  Ebdî da znaîn ku Kobaniyên ku koçber bûne di nava şert û mercên dijwar de ne û bal kişand ser pêwistiyên ji bo gelê Kobanê.

Ebdî bal kişand ser pirsgirêkên weke av û cenrayê û bang li her kesê kir ku destekê bidin ji nû ve avakirina Kobanê. Di resepsiyonê de broşorên malpera www.helpkobane.com hatin belavkirin.