Dewleta Tirk hestiyê kurê min nade
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Mehmet Emîn Ekerler ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û li gora komî hat veşartin, ji malbatê re nayê dayîn.
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Mehmet Emîn Ekerler ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û li gora komî hat veşartin, ji malbatê re nayê dayîn.
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Mehmet Emîn Ekerler ê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û li gora komî hat veşartin, ji malbatê re nayê dayîn. Dayik Sûltan Ekerler xwest cenazeyê kurê wê jê re bê dayîn û got, "Eger dewlet û AKP di mijara aştiyê de samîmî ne, bila cihê gorên komî aşkera bikin û hestiyên me bidin me."
Gerîlayê PKK'ê Mehmet Emîn Ekerler ê li navçeya Mêrdîn Stewrê di pevçûneke li hemberî artêşa Tirk a 16'ê Hezîrana 1995'an jiyana xwe ji dest da, ji aliyê artêşa Tirk ve li gel sê hevalên xwe yên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, li gora komî hat veşartin. Malbata Ekerler dibêje gora komî dibe ku li herêma Stewrê be û dixwaze cenazeyê kurê wan jê re bê dayîn. Malbatê serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê da û alîkariya hiqûqî xwest.
'CENAZEYÊ KURÊ WÊ NEDAN'
Sûltan Ekerler diyar kir ku di salên 90'î de ji ber zexta dewletê ew neçar man ji gundê Terxê yê navçeya Amed Bismilê koçî Amedê bikin û anî ziman ku li vê derê kurê wê yê mezin û hevserê wê hatine girtin, kurê wê yê biçûk Mehmet Emîn jî di sala 1995'an de tevlî refên PKK'ê bûye. Dayik Ekerler anî ziman ku di meha Hezîranê ya heman salê de wan bihîstine ku kurê wê di pevçûneke li bejahiya Stewrê de jiyana xwe ji dest daye û ji hingî ve dixwaze cenazeyê kurê xwe werbigirin lê belê dewlet vê daxwaza wan red dike.
'BILA CIHÊ GORA KOMÎ AŞKERA BIKIN'
Dayik Sûltan Ekerler da zanîn ku ji bo alîkariya hiqûqî wan serî li Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê dane û got, "Eger dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze di mijara aştiyê de samîmiyeta xwe nîşan bide, bila hestiyê bi sedan ewladên me yên avêtine gorên komî bidin. Bila cihên gora komî aşkera bike û hesab ji berpirsyaran bipirse."
PARÊZER KÛZÛ: EKERLER LI GORA KOMÎ HAT VEŞARTIN
Serokê ÎHD Şaxê Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû jî da xuyakirin ku agahî hene nîşan didin ku Ekerler bi sê hevalên xwe yên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane li gora komî hatiye veşartin û diyar kir ku divê cihê gora komî bê aşkerakirin û hestî tavilê radestî malbatê were kirin. Kûzû destnîşan kir ku ew ê alîkariya hiqûqî bidin malbatê.
KOMÎSYONA HEQÎQETÊ
Parêzer Kûzû ragihand ku di vê demê de pêwîste dewlet di mijara cihên gorê komî de gavê biavêje û got, "Me berê jî diyar kiribûn; ji bo ronîkirina her aliyên rastiya gorên komî yên li Kurdistanê û hesab pirsîna wê, divê komîsyona lêkolînê ya heqîqetan tavilê bê avakirin."