KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
5 gundên din ên Kobanê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya operasyonên paqijkirina gundên Kobanê de, 5 gundên din li rojhilatê bajêr ji çeteyan hatin rizgarkirin. Hat ragihandin ku di pevçûnên li eniya başûr de jî 11 çete hatine kuştin.
-
Li ser sînor nobeda edaletê
Li Roboskî ku çend roj berê hêstir lê hatin qetilkirin, gundî ev sê roj in li ser sînor nobeda 'edaletê' digirin.
-
Xweranegirtina Swîsreyê li ciwanê Kurd
Ciwanê Kurd Mehmet Tûran ê li Îtalyayê serlêdana penaberiya siyasî kir û ji bo xizmên xwe ziyaret bike hat Swîsreyê, bi hinceta binpêkirina sînor hat girtin.
-
-
-
-
-
-
Kurd di rojbûna Ocalan de wê ber bi Amara ve bimeşin
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Riha Kaplan, diyar kir ku wê ji Riha, Semsûr û Dîlokê di nav de welatiyên ji van her sê bajaran ber bi Xalfetiyê ya wê malovaniyê ji meşa Amara re bike bimeşin û li tevlî pîrozbahiyan bibin.
-
Bi hezaran kes ber bi Newala Qesaban ve meşiyan
Li Sêrtê di çarçoveya "Hefteya Qehremaniyê" de bi hezaran kes ji bo bîranîna fermandarê ARGK’ê û yek ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz ber bi Newala Qesaban ve meşiyan. Li Amedê goristan hate ziyaretkirin li Îzmîrê jî bîranîn hat lidarxistin.
-
Ji artêşa Tirk bombebaran
Artêşa Tirk tevgera li xeta sînor zêde kir. Li hemberî Girê Şehîd Gafur, Girê Şehîd Rahîme û herêma derdorê ya li xeta sînor a herêma Avaşîn a Qerekola Oremarê, bi obus, hawan û çekên giran bomberan pêk anî.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Fermandarê Efsaneyî yê PKK'ê Egîd
Mahsûm Korkmaz ku bi navê Egîd tê nasîn, di sala 1956'an de li navçeya Amed Farqînê ji dayik bû. Di sala 1986'ê de Fermandarê HRK'ê Egîd li çiyayê Gabarê de jiyana xwe ji dest da.
-
Ebdî: Me li KRXHE modela xweseriyê vegot
Şaredarê Kobanê Mistefa Ebdî yê li KRXHE rêzehevdîtin pêk anî got, “Me behsa xîmê xweseriya demokratîk kir. Rewşa beriya şer û piştî şer pir bala wan kişand. Axaftina me rastî eleqeyek mezin hat. Pir kêfxweş bûn.”
-
-
Newala Qesaba û rûbirûhatin
Îro li cihê gora komî ya li Newala Qesaba derketiye holê û di nav de ku kadroyê pêşeng ên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) jî heye bi giştî 300 kes hatine çalkirin, ji bo berpirs bên darizandin wê meşek pêk were.
-
Hakkarî: Li hember Mexmûrê nêzîkatiyeke siyasî heye
Hevşaredara Kampa Mexmûrê Bermal Hakkarî têkildarî xebatên şaredariyê diyar kir pirsgirêkên av û elektrîkê çareser kirine û got, “Dîsa projeyeke me ya parkeke mezin a gel tê de rûne û zarok tê de bilîzîn hebû. Lê me nikarîbû em vê bixin pratîkê.”
-