Encu: Dîsa dest bi qetilkirinan dikin
Ji ber êrîş û zextên leşkerên Tirk ên li ser gundê Roboskî welatiyan koçî zozana Şîrîtê kirin.
Ji ber êrîş û zextên leşkerên Tirk ên li ser gundê Roboskî welatiyan koçî zozana Şîrîtê kirin.
Ji ber êrîş û zextên leşkerên Tirk ên li ser gundê Roboskî welatiyan koçî zozana Şîrîtê kirin. Welatiyê bi navê Huseyin Encu yê komkujiya Roboskî de birayê xwe Cîhan Encu winda kir wiha axivî: "Dewlet axa me de komkujî ser me de anî. Cihê dewlet 34 kes qetil kir, dîsa dest pê komkujiyan dike. Sedan kesên din jî ji me bê qetilkirin em dê ji bo jiyana xwe vî karî berdewam bikin. Ma dewlet febrîqa ji me re vekir ye, em ne xebitî ne?"
Gundê Roboskî yî girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ku 28'ê Kanuna 2011'an de ji aliyê bomberana arteşa dewleta Tirk ve 34 welatî hatin qetilkirin rojên dawî de dîsa di bîn qetilkirina hêstiran û xweza yê de ye. Êrîşên rojane li Roboskî ji aliyê leşkeran ve li hemberî welatiyên Roboskî pêk anîn, ji ber êrîş û zextan welatiyên gundê Roboskî koçber bûn. Bi ezaran welatiyên xwestin ji ber êrîşên li ser wan koçberî Başûrê Kurdistanê bibin. Lê cihê ku 23'ê Adarê bi hinceta bazirganiya sînor 8 hêstir lê hatin qetilkirin rastî astengiya leşkeran hatin. Leşkeran cihê ku salane ji aliyê welatiyên Roboskî ve weke zozanan tên bikaranîn, kirine cihê 'Herema qedexe' û nehiştin welatiyan derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Welatiyên ku rastî astengiya leşkeran hatin, dest bi çalakiya nobetê kirin. Sedan kes li Kaniya Xeyaran çalakiya xwe berdewam dikin. Êvarî welatiyan konên xwe vedan û dora konan agir pê xistin. Çalakvanan jin, kal û zarok şandin gundê Roboskî, lê yên li wir man çalakiya xwe ya nobedariyê domandin. Her wiha çalakvanan agirê ku li dora konan pêxistîn, stranên şoreşgerî şeva xwe derbas kirin. Car caran bi fîşekên hewayî ji reng dan çalakiya xwe.
'QETILKIRINA 34 KESAN NE BESE, ÎRO HÊSTIRÊN ME Û XWEZAYA ME QETIL DIKIN'
Ji çalakvanan Huseyîn Encu ya komkujiya Roboskî de birayê xwe Cîhan Encu winda kir got ku êrîşên li ser Roboskî welatiyan koçber kir û dewlet ji ber komkujiyekî nû hemû hêzên xwe li ser Roboskî bi kar tîne. Encu bal kişand li ser qetilkirina 8 hêstiran û wiha axivî: "Qetilkirina 34 kesan ne bese, îro hêstirên me û xwezaya me qetil dikin. Zozanên bi salane em jiyana xwe lê diborînin, êdî nikarin werin lê bijîn. Baxçeyên me wêran dikin. Gund û zozanên me ji çar aliyan ve hatiye dorpeçkirin. Em nizanîn çi ji me dixwazin."
'MA DEWLETÊ FEBRÎQA JI ME RE VEKIR, EM NE XEBITÎN?'
Encu da zanîn ku ew jiyana xwe bi bazirganiya sînor didin meşandin û ji aliyê dewletê ve tu derfetên jiyanê nayê dayîn. Encu bibîr xist ku komkujiya Roboskî de birayekî wî û 34 xizmên wî hatiye qetilkirin û axaftina xwe bi van gotinan domand: "Dewlet axa me de komkujî ser me de anî. Cihê dewlet 34 kes qetil kir, dîsa dest bi komkujiyan dike. Sedan kesên din jî bên qetilkirin, em ê ji bo jiyana xwe bidomînin karê bazirganiya sînor berdewam bikin. Ma dewlet febrîqa ji me re vekir ye, em ne xebitîn?"
Welatiyê bi navê Behçet Kaya yê piştî komkujiya Roboskî bi hinceta êrîşî Qeymeqam kiriye 8 meh di girtîgehê de ma got ku dewlet kujerên komkujiya Roboskî diparêze û malbatên Roboskî didarizîne. Kaya di axaftina xwe de bertek nîşanî Serokkomar û Serokwezîr da û ev tişt gotin: "Dewlet bila ji xwe bipirse Roboskî çima bazirganiya sînor dike. Dewlet dizane pirsgirika jiyana me heye. Rojekê nepirsiye ev gel çewa dijî. Derfetên jiyanê li ser me qut kiriye û dixwaze me qetil bike."
Kaya bi lêv kir ku kesên berpirsyarên komkujiya Roboskî, Roboskî mecburî bazirganiya sînor dike. Kaya li ser vê yekê wiha bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: "Destê xwe ji Roboskî bikêşin. Hûn çi ji Roboskî dixwazin. Qetilkirina me bes e, çi ji hêstirên me dixwazin. Êdî bes e." Kaya di dawiya axaftina xwe de got ku heya tevgeriya leşkerî ya li ser Roboskî berdewam bike, çalakiya wan jî dê berdewam bikin.