Leşkerên Tirk welatiyekî Efrînê gulebaran kirin

Welatiyekî Efrînê li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Welatiyekî Efrînê li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin ku welatiyê Efrînê yê bi navê Hec Xelîl Xelîl (35) ê ji gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê ya girêdayî Kantona Efrînê ye. Xelîl dema ku erdê xwe yê nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de diçand rastî êrîşa bi guleyan a leşkerên Tirk hat. Di encamê de Xelîl bi giranî birîndar bû. Welatiyên gund dema agahdar bûn ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.

Li gorî  ku bijîşkan diyar kirine heta niha rewşa Xelîl  a tenduristiyê ne diyar e û hîn jî metirsî li ser jiyana wî heye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cihê ku Xelîl lê rastî gulebarana leşkeran hatiye bêtirî 700 metreyan dûrî sînor e.