Xweranegirtina Swîsreyê li ciwanê Kurd

Ciwanê Kurd Mehmet Tûran ê li Îtalyayê serlêdana penaberiya siyasî kir û ji bo xizmên xwe ziyaret bike hat Swîsreyê, bi hinceta binpêkirina sînor hat girtin.

Ciwanê Kurd Mehmet Tûran ê li Îtalyayê serlêdana penaberiya siyasî kir û ji bo xizmên xwe ziyaret bike hat Swîsreyê, bi hinceta binpêkirina sînor hat girtin. Li gorî qanûnên penaberiyê yên navneteweyî divê Tûran ji Îtalyayê re bê şandin. Lê belê bi awayekî li dijî qanûnên navneteweyî tê xwestin ku ji Tirkiyeyê re bê şandin ku li wê derê ji ber sedemên siyasî tê darizandin.

Ciwanê Kurd Mehmet Tûran ê ji ber 2 dozên der heqê wî de bi hinceta tevlî çalakiyên demokratîk ên li Edeneyê bûye hatin vekirin, li Îtalyayê serledana penaberiya siyasî kir û ji bo xizmên xwe ziyaret bike hat Swîsreyê, lê belê hat girtin. Tûran ê ku 3 roj in girtî ye, piştî îfadeya ji aliyê dozgeriyê vewere girtin, li gorî qanûnên penaberiyê yên navneteweyî divê ji welatê serlêdana penaberiyê lê kiriye were şandin. Lê belê dozgeriyê bi şêweyekî li dijî qanûnên navneteweyî biryar da ku Tûran bişîne Tirkiyeyê ku li wir xeteriya girtina wî heye.

Kekê Tûran Baran Tûran ê li Swîsreyê dijî, der heqê rewşa birayê xwe de ji ajansa me re axivî.

TÛRAN MEXDÛRÊ TMK YE

Tûran anî ziman ku birayê wî yek ji zarokên mexdûrê TMK ye ku di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de weke zarokên kevir avêtine ketin rojevê. Tûran got, "Birayê min hînê di 16 saliya xwe de bi hinceta ku tevlî çalakiyeke demokratîk a li Edeneyê bûye, 3. Dadgeha Cezayê Giran û 2. Dadgeha Ceza ya Asliye bi îdîaya endametiya rêxistinê û zerardayîna malê dewletê 2 doz lê vekirin. Bi rojan, li gel wî emrê xwe yê zarokatiyê di binê çavan de li zexta psîkolojîk rast hat." 

TÛRAN DAXWAZA DESTPÊKÊ YA PENABERIYÊ LI SWÎSREYÊ KIRIYE

Tûran anî ziman ku ji ber dozên der heqê wî de hatin vekirin û ji ber xeteriya girtinê birayê wî di sala 2010'an de serlêdana penaberiya siyasî li Swîsreyê kiriye, lê belê Swîsreyê serlêdan red kiriye. Tûran got, "Tevî ku di destê birayê min de dosyayên siyasî hene jî, di sala 2010'an de di 17 saliya xwe de serlêdan kir, serlêdana wî heta sala 2014'an hat sekinandin û piştre bi hinceta ku 'li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîkbûyînê heye, tu dikarî vegere' hat redkirin. Ji ber ku şensê birayê min ê vegera li Tirkiyeyê nebû, çû Îtalyayê û li wir serlêdana penaberiya siyasî kir."

DIXWAZIN BI ZORÊ TÛRAN BIŞÎNIN TIRKIYEYÊ

Tûran da xuyakirin ku birayê wî ji sala 2014'an û vir ve li kampeke penaberan a li bajarê Modena yê Îtalya dimîne û berî sê rojan ji bo serdana wan hatiye Swîsreyê, lê belê bi hinceta binpêkirina sînor hatiye binçavkirin û dûre hatiye girtin. Tûran ragihand ku birayê wî birine Bernê û piştî wergirtina îfadeyê, tevî ku diviyabû bişanda Îtalyayê biryar daye ku bişîne Tirkiyeyê. Tûran anî ziman ku birayê wî di binê çavan de jê re gotiye ku hewl hatiye dayîn bi zorê kaxizek ji bo şandina wî ya Tirkiyeyê bi wî bidin îmzekirin, ji ber ku îmze nekiriye rastî tundiyê hatiye û duh li balafirgeha Cenevreyê xwestine wî bi zorê li balafira Tirkiyeyê siwar bikin.

WÊ BI BALAFIRA TAYBET WERE ŞANDIN

Tûran da xuyakirin ku ji ber çalakiya nûnerên mafên mirovan û girseya gel a li ber balafirgehê polîsan Tûran ji balafirgehê careke din birine Girtîgeha Cenevreyê û got, "Birayê min ji min re got; "polîs gotiye tu qebûl neke jî em ê te bi balafireke taybet bişînin Tirkiyeyê". Tûran destnîşan kir ku eger tiştek bi serê birayê wî de were, berpirsyarê vê wê dewleta Swîsreyê be."

Rewşa her wiha ket rojeva medya Swêısreyê û nûnerên mafên mirovan û hin saziyan dan xuyakirin ku ew ê bibin şopdarên vê rewşê.