Li Qendîlê pîrozbahiyên Newrozê didomin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Herêmên Parastinê yên Medya bi agirê di şeva 20’ê Adarê ji aliyê gerîlayan ve hat pêxistin, duh îro û îro jî berdewam kir.

Pîrozbahiyên Newroza ku li her cihên ku Kurd lê dijîn bi berxwedanên Kobanê, Şengal û Kerkukê û ruhê şoreşa Rojava berdewam kir, li Qendîlê didomin. Du pîrozbahiyên cuda yên duh û îro pêk hatin. Fermandarên YJA-Star û HPG’ê ji bo pîrozbahiyê amade bûn û bi sedan gerîla beşdar bûn.
Pîrozbahî ji bo şehîdên Newroz û hemû şehîdên şoreşê yên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê ya ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hatibû amadekirin, destpê kir. Di pîrozbahiyan de destpêkê Koma Şanoya Akademiya Şehîd Sefkan derket ser dikê û skeçên xwe pêşkêş kir. Piştî koma Şanoyê Koma Awazên Çiya derketin ser dikê û stranên xwe striyan. Gerîlayan govend gerandin û bi sedan gerîlayên beşdarî bernameyê bibûn dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.
Her wiha di 21’ê Adarê de li Qendîlê pîrozbahiyeke Newrozê ya ku bi deh hezaran kes tevlî bibûn pêk hatibû.