‘Bendava Ilisu, amadekariya şer a hikûmeta AKP’ê ye’
Hevşaredara Kerboranê Sîpçîk, diyar kir ku Bendava Ilisuyê li Kurdistanê texrîbata xwezayê, qirkirina çandî û amadekariya şerê qirêj e.
Hevşaredara Kerboranê Sîpçîk, diyar kir ku Bendava Ilisuyê li Kurdistanê texrîbata xwezayê, qirkirina çandî û amadekariya şerê qirêj e.
Hevşaredara Kerboranê Sîpçîk, diyar kir ku Bendava Ilisuyê li Kurdistanê texrîbata xwezayê, qirkirina çandî û amadekariya şerê qirêj e. Sîpçîk da zanîn ku ev proje bêsamimiyetbûna AKP’ê ya di pêvajoya çaredariyê de, nîşan dide û da zanîn ku ew bang li hemû kesî dikin ku beşdarî meşa protestoyî ya ku bi girseyî pêk tînin, bibin.
Hikûmeta AKP’ê tevî pêvajoya çareseriyê bi armanca leşkerî têkildarî bendav, qerekol û HES’an de ti pêngavan navêje. Yek ji bendavên ku hikûmet ava dike, Bendava Ilisu ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku di 2006’an de hatiye destpêkirin e.
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpcçk, bi Bendava Ilisuyê re hedefên dewletê yên li Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.
MANTIQA LEŞKERÎ ESAS TÊ GIRTIN Û TÊ AVAKIRIN
Sîpçîk got ku ev du sale her çiqas di pêvajoya çareseriyê de pevçûn bên sekinandin jî mantiqa şer a AKP’ê li Kurdistanê neguheriye û got: “Bendav, qereqol û HES’ên ku bi armanca leşkerî li Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve dikevin jiyanê, qet nesekinîn. Ev xebatên AKP’ê yên di pêvajoya çareseriyê de bêsamîmiyetbûna di pêvajoya çareseriyê de nîşan dide.”
Sîpçîk rîskên projeya bendavê wiha vegot: “Di 2006’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisuyê hat kirin. Bendav bi maliyetek mezin tê çêkirin. Dewlet tişta ku bi vê butçeya mezin armanc dike, ev e ku li Kurdistanê ti xizmetê pêk neyne. Bendava Ilisuyê bi armanca texrîbata xweza, qirkirina çandî û têkildarî pirsgirêka Kurd dixwaze tedbîrên ewlehî û leşkerî bike jiyanê.
Bendav bi temamî li ser mantiqa leşkerî tên avakirin. Li vir tenê Bendava Ilisuyê nayê avakirin. Li her nuqteya herêma dora bendavê qereqol tên avakirin. Dema mirov dinêrin, dewlet ne çareseriyê, amadekariya şer dike. Bi bendava Ilisuyê re eko-sîstema herêmê serobino bûye, hevsengiya xwezayê xera bûye û gundî ji jiyana xwezayî, hatin dûrxistin. Bendava Ilisuyê bi taybet jî bandorek mezin li ser gundên ku di alî nirxên dîrokê de dewlemend in, dikin.”
Sîpçîk bi lêv kir ku ji ber sedema înşaeta bendavê nêzî 70-80 gund hatine valakirin û wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê di salên 90’î de gund hatin şewitandin, welatî hatin qetilkirin û gund hatin valakirin. Dewleta Tirk niha jî bi destê hikûmeta AKP’ê re bi rêya bendav, qereqol û HES’an gundan vala dike.”
BI BENDAVAN RE CERDEVANÎ TÊ PÊŞXISTIN
Sîpçîk axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em wisa difikirin ku ev tercîheke bi zanebûn e. Welatiyên ji gundên hatin valakirin, li gundên nû yên ku projeyên gund ên bi xweza û teşeya jiyanê eleqeya wan nîne, hatin bicihkirin. Em ji vir fêm dikin ku, tişta dixwaze bê kirin; li Kurdistanê qirkirina çandî û asîmîlasyonê pêş bixin, xwezaya Kurdistanê texrîb bikin û di bin navê pêvajoya çareseriyê amadekariya şer bikin.”
Sîpçîk da xuyakirin ku avakirina bendavan pergala cerdevaniyê jî pêş dixin û heta niha li derdora Kerboranê herî kêm 56 kes di bin navê parastina înşaeta bendavê de, kirine cerdevan.
’EM Ê DESTÛRÊ NEDIN’
Sîpçîk destnîşan kir wê ji bo çêkirina bendavan têbikoşin û da zanîn ku wê destûrê nedin texrîbata xwezayê, tinekirina nirxên çandî û amadekariyên şerê qirêj. Sîpçîk got: “Gelê Kerboranê bi vê hişmendî û cudabûnê li dijî înşaeta bendavê li ber xwe dide û ji Kerboranê yek kesek naçe û di înşaeta vê bendavê de naxebite.”
JI BO MEŞÊ BANG
Sîpçîk di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê di rojên pêş de van bertekên xwe biguherin çalakiyan û got: “Em ê bi protestoyên girseyî li dijî çêkirina qereqol û bendavan, li dijî texrîbkirina xwezayê bikevin nava her cure têkoşînê. Bi vê armancê di 29’ê Adarê de em ê meşeke mezin a ji herêma Botanê wê beşdar bûn hebe, pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê meşa me.”