Pîrozbahiyên Newrozê li Li Qendîlê dewam dikin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiyên Newrozê yên di êvara 20'ê Adarê de bi pêxistina agir ji aliyê gerîla ve destpê kirin, dewam dikin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pîrozbahiyên Newrozê yên di êvara 20'ê Adarê de bi pêxistina agir ji aliyê gerîla ve destpê kirin, dewam dikin.

Pîrozbahiyên Newrozê, ku bi ruhê berxwedanên Kobanê, Şengal, Kerkûk û şoreşa Rojava li her devera Kurd lê dijîn bi coşeke mezin pêk hatin, li Qendîlê dewam dikin. Duh û pêr bi beşdariya bi sedan gerîlayî du pîrozbahiyên cuda hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Li dû deqeya rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê ya ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat amadekirin, destpê kir. Di pîrozbahiyan de ewilî koma Şano ya Akademiya Şehîd Sefkan derket ser dikê. Paşê Koma Awazê Çiya bi stranên xwe tevlî coşa Newrozê bû. Gerîlayan jî li ber stranên komê govend gerand. Bernameya pîrozbahiyê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

Qendîlê her wiha di 21'ê Adarê de ji pîrozbahiyeke bi heybet a Newrozê re malovanî kiribû, ku bi deh hezaran mirovên ji Kurdistan û derveyî welat beşdar bûbûn.